Çîroka sekvaneke Kurd dibe fîlm

Hewlêr (Rûdaw) - Fîlma nû ya derhênerê Kurd Helkewt Mistefa, çîroka Pêşmergeyekê vedibêje ku ji bo rizgarkirina xwişka xwe ya biçûk bi dizî dikeve nava DAIŞê.

Ev fîlm berhemeke hevbeş a Norwec, Swêd, Fransa, Amerîka, Îmarat û Herêma Kurdistanê ye.

Navê fîlmê "No Paradise if You Are Killed by a Woman" (Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihûştê) ye.

Di fîlmê de lîstikvana Kurd Avan Cemal û lîstikvanê Norwecî Thorbjørn Harr ku berê di rêzefîlma navdar a "Vikings"ê de lîstibû, rolên sereke dilîzin.

Derhênerê fîlmê Helkewt Mistefa ji Rûdawê re ragihand ku çêkirina vê fîlmê wekî "encamdana neştergeriya mêjî ya di jûreke tarî de" bûye û got: "Ez kêfxweş im ku fîlm dê sala bê were belavkirin."

Helkewt Mistefa amaje bi wê yekê kir ku fîlm wêneyekî helbestî yê jineke şerker e ku red dike "li hemberî tarîtiyê serî bitewîne."

Derhêner ji bo fîlma xwe bi gelek jinên ku li dijî DAIŞê şer kiriye re hevdîtin kirine.

Her wiha wî ji wêrekiya Çalakvana Mafên Mirovan û Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nadiya Muradê îlham wergirtiye.

"Veşartina Sedam Husên" (Hiding Saddam Hussein) berhema herî dawî ya wî derhênerê Kurd bû.

Ew belgefîlm di dîroka "box office"a welatên Ereban de wekî belgefîlma herî bi dahat tê naskirin û tenê di 17 rojan de milyonek dolar qezenc kiribû.

Ew fîlm çîroka Ela Namiq vedibêje ku karîbû 235 rojan Sedam Husên di çalekê de veşêre ku wê demê 150 hezar leşkerên Amerîkayê li wî digeriyan.

Tora Medyayî ya Rûdawê jî hevpara berhemanîna wê fîlmê bû.

Helkewt Mistefa xelkê Başûrê Kurdistanê ye û li Norwecê dijî.

Sala 2016an bi fîlma sînemayî ya "El Clásico"yê (Klassiko) karîbû navdariyeke navneteweyî bi dest bixe.

Fîlma wî li zêdetirî 56 welatan hat belavkirin û gelek xelatên navneteweyî wergirtin.

Li aliyê din, Helkewt Mistefa li ser belgefîlmê "Farûq" kar dike.

Ew belgefîlm çîroka zanayekî Îraqî vedibêje ku wekî kilîla serkeftina Norwecê ya di birêvebirina enerjiya wî welatî de tê naskirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê yek ji berhemnêrên wê fîlmê ye jî.