Yekîtiya Ewropa dê piştgiriya fîlma kurdî bike

03-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dezgeha Eurimages a Yekîtiya Ewropayê dê ji bo kişandina fîlma derhênerê kurd Sehim Omer Xalifî ya bi navê “Zagros” bibe siponsor.

Derhênerê kurd Sehim Omer Xalifî ji Rûdawê re got, fîlma wî ya bi navê Zaros, di nav 100 fîlman de hatiye hilbijartina.

Sehim Omer Xalifî diyar kir ku di nav wan 100 projeyan de projeyên derhênerên beriya niha xelatê Oscare standî jî hebûn û got: “hilbijartina projeya min ji aliyê Eurimagesê ve, ji bo min cihê şanaziyê ye.”

Di nav 100 projeyan de dezgeha Eurimages dê ji 16 fîlman re bibe alîkar.

Xalifî anî ziman, wan plan kiriye ku di meha Gulanê de li Yûnanistan, Beljîka û Stenbolê dest bi kişandina dîmenên Zagrosê bikin.

Dezgeha Eurimagesê di sala 1989an de ji bo alîkariya fîlmên li Ewropayê bên çêkirin, hatiye avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst