Endama Grup Yorumê Hêlîn Bolek jiyana xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) – Endama Grup Yorumê Hêlîn Bolek a ku 288 roj bû di rojiya mirinê de bû, îro jiyana xwe ji dest da.
Koma Grup Yorumê li ser hesaba xwe ya twitterê diyar kir, ku endama wan Hêlîn Bolek îro jiyana xwe ji dest daye.
Hêlîn Bolek ji bo ku heval û endamên wê grûpê bêne berdan û zexta li ser çalakiyên wan ên hunerî û bi taybet Navenda Kultura Idilê, herwiha ji bo rakirina qedexeya li ser konsêrtên Grup Yorumê ketibû grieve û paşê çalakiya xwe veguherîbû bo rojiya mirinê.
Grup Yorumê li ser twittera xwe herwiha bang li xelkê kiriye, ku li malbata endama wan xwedî derkevin û endama xwe wek “şehîd” bi nav kiriye.
Endamekî din ê heman grupê yê bi navê Îbrahîm Gokçek jî ku bi Hêlîn Bolek re dest bi çalakiyê kiribû, di 284mîn roja çalakiya xwe ya rojiya mirinê de ye.