Nizamettin Ariç ji bo mexdûrên erdhejê konsertek pêşkeş kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdarê Kurd Nizamettin Ariç li Almanya ji bo alîkariya Efrînê konsertek pêşkêş kir.

Nizamettin Ariç ku weke “Feqiyê Teyran” jî tê naskirin,  li bajarê Berlînê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê yên li Efrînê pêşkeş kir.

Biryar  e hemû dahata konsertê ji bo mexdûrên erdhejê were dayîn.

Ji ber erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên navenda wan Merşe bû, gelek ziyanên canî û madî gihîşt Efrîn û gundên wê û bi taybet bajarokê Cindirêsê ku bi hezaran xanî hilweşiyan û zêdetir ji hezar kesî jî canê xwe ji dest dane.