Dusseldorf (Rûdaw) - Xatar hunermendekî kurd yê muzîka “rap“ e ku li Almanyayê dijî. Ew yek ji navdartirîn rapvanê li Almanyayê ye û 2012ê ji girtîgehê bi dizî CDyek derxist. Van rojan CDya wî ya nû derket bazara Almanyayê û bûye cihê baldariyeke mezin.
Xatarê 34 salî, di dawiya 2009ê de ligel çend kesên din tevlî revandina erebeyeke barhilgir ya zêr bibû û piştî bûyerê bi rêya Rûsyayê reviyabû Başurê Kurditanê. Ew li wir hatibû girtin û radestî Almanyayê hatibû kirin. Di 2011ê de Xatar bi 8 sal girtîgeh hate cezakirin. Di girtîgehê de Xatar dest ji muzîkê berneda û stran bi rêya telefoneke destan ya bi dizî derbasî girtîgehê kirî tomar kirin û bi dizî ji derve re şand. 2012ê şirketa Xatar ya mûzîkê “Alles Oder Nix Records“ albûma bi navê “Nr. 415", ku hejmara odeya wî ya girtîgehê bû, derxist.
Xatarê ku dawiya sala borî pêşwext ji girtîgehê derket, yekser dest bi xebata ji bo albûmeke nû kir ku van rojan bi navê "Baba aller Babas" derket. Beriya derketina albûm, bi hezaran muşteriyan pêşwext CD li ser torên înternetê kirrîn. Tê çaverêkirin ku albûma "Baba aller Babas" ango “serokê hemû serokan“ li Almanyayê di lîsteya firotinê de derkevê astên herî jor.
Bi boneya derketina albûna wî ya nû, ajansa “spot on news“ jî hevpeyvînek ligel Xatar çêkir. Di wê hevpeyvînê de Xatar diyar dike ku ew weke şexs û şîrketa wî jî piştgiriya kurdan li dijî DAIŞê dike: “Em tevlî karê Our Bridge dibin ku dêbavên nû ji bo zarokên sêwî yên kurd peyda dike. Me weke şîrket dêbavîtiya tevaya malbatekê girtiye ser xwe. Di înternete de me gellekî reklama vê yekê kir, da ku xelk tevlî vê kampanyayê bibin û ev baş pêş ket. Em arîkariya UNICEF û saziyên kurdî jî dikin, herwiha em tevlî konsertên piştgiriyê dibin.“
Xatar bi navê xwe yê rast Jîwar Hicabî bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Dema Jîwar 5 salî bû, malbata wî ji Îranê reviya û bi rêya Iraq û Frensayê xwe gihand Almanyayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse