Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda kurd Dilniya Qeredaxî niha li bajarê Qahîre yê Misrê bi hevserê xwe yê nû re ku berê konsolosê Misrê li Hewlêrê bû, dijî. Dilniya bi rêya Viberê ji Rûdawê re axivî û bersiva hemû pirsên Rûdawê da û behsa jiyana xwe li Misrê jî kir.
Rêkewt Selam: Beriya salekê tu çûyî Misrê, lê heta niha me ti berhemeke te nedîtiye. Gelo te dev ji hunerê berdaye?
Dilniya Qeredaxî: Na, lê demek ji mirov re divê heta hînî jiyana xwe ya nû bibe. Bêdengbûna min ne herdemî ye. Bêguman ezê di siberojê de çend karên hunerî amade bikim.
Ti berhemeke ta ya nû heye?
Bêguman heye û hûn yekem kes in ku ez ji we re behs dikim. Ez niha mijûlî tomarkirina stranekê bi zimanê erebî me ku teksta wê ji hêla helbestvanê navdar ê misrî Umer Mêrî hatiye nivîsandin. Selah Şernûbî awaza stranê çêkiriye û Mistefa Şerîf karê dabeşkirina muzîkê jê re kiriye. Klîba wê di demeke nêzîk de belav dibe.
Misr çawa ye, tu dikarî jiyana xwe li wir derbas bikî?
Ti dever mîna Kurdistanê nînin, çimkî cîwarê min e. Lê jiyana Misrê jî ne xirab e. Misrî zehf mirovperwer in û pirr rêza gelê kurd digrin.
Tu dixwazî zarokekî te yê din çêbibe, hevserê te daxwaza zarokekî ji te nekiriye?
Na, hevserê min Silêman heta niha behsa meseleya anîna zarokan nekiriye. Ez jî piştî lawê xwe yê yekane Aryos, naxwazim zarokan bînim. Çimkî ew hemû dinyaya min e.
Haya te ji Aryos heye?
Erê, em her roj bi telefonê diaxivin. Gellek caran jî em bi rêya internetê, bi wêne û deng bi hev re diaxivin.
Heta niha xizmên te serdana te kirine?
Na, hîn serdana min nekirine. Lê bêguman piştî ku bêhnvedana havînê destpê bike, dê serdana min bikin. Çimkî hinek ji wan dixwînin.
Birayê te Şiwan nedixwest tu bi kesekî ereb re bizewice, niha têkiliyên te û birayê te çawa ne?
Mixabin niha têkiliyên me nînin. Haya min jê nîne.
Vê zewacê çi ji te stand?
Tenê bêriya Kurdistanê dikim. Ez pirr bêzar jî bûm dema gotin ji mêrê xwe cuda bûye. Ez hêvîdar im ew kesên bêkar karekî ji xwe re bibînin û dev ji jiyana xelkê ya taybet berdin.
Tê kengî vegere Kurdistanê?
Heta niha nizanim. Lê di demeke nêzîk de vedigerim Kurdistanê.
Hevserê te daxwaz ji te nekiriye tu xwe binuximînî?
Na, hevserê min kesekî pirr rewşenbîr e û qet ev daxwaz ji min nekiriye. Di eynî demê de jî kesekî pirr misilman û îmandar e, nimêj dike û rojî digre.
Kurd li Misrê hene û gellek xwendekarên kurd li Misrê dixwînin, pêwendî di navbera we de heye, tu nafikirî ahengekê ji wan re saz bikî?
Mixabin heta niha min ti xwendekarekî kurd li Misrê nedîtiye. Pirr dixwazim rojekê serdana wan bikim û kêfxweş dibim bi vê yekê. Lê dibe ku niha nikaribim ahengekê ji wan re saz bikim, çimkî ez mijûlî amadekirina çend karên hunerî yên nû me.
Xelkê Misrê çawa behsa pêşmergeyên Kurdistanê dikin?
Xelkê Misrê mirovperwer in û zehf ji kurdan hez dikin û şanaziyê bi Selahedînê Eyûbî dikin. Ew pir matmayî ne bi pêşmergeyan. Ez hertim dilxweş im û şanaziyê dikim gava ew bi vî rengî behsa pêşmergeyên Kurdistanê dikin.



Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse