Festîvala Fîlman a Kobaniyê dê li Almanyayê bê lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - 5emîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Kobaniyê (KIFF) ji bo bîranîna derhênerê Kurd Taha Kerîmî li Almanyayê tê lidarxistin.

Festîval (International Film Festival/KIFF) dê di navbera 6 û 8ê Îlona 2024an de di 8 beşên cuda bi pêşbirkiya di warê çîrok, anîmasyon û belgefîlman de bê lidarxistin.

Derhênerê Kurd Janko Şerîf serperiştiya KIFFê dike ku bi xwe jî li Almanyayê dijî.

Berpirsên çalakiya fîlman ji sînemakarên Kurd ên cîhanê xwestiye ku berhemên xwe bişînin festîvalê û tê de cih bigirin.

Dema şandina fîlman a ji bo 5emîn KIFFê 1ê Gulanê dest pê kiriye û dê heta 1ê Tîrmehê dewam bike.