Hz. Îsa, şeytan û DAIŞ…

04-08-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Derhênerê kurd Adil Akreyî  derbarê DAIŞ û şeytan de mijulê çêkirina fîlmekê ye.

 

Adîil Akreyî ji Rûdawê re got: “Em kişandina 12 kurtefîlman didomînin. Piraniya wan derbarê DAIŞ, asurî/suryaniyan de ne. Herwiha em di fîlman de weke sembolîk behsa DAIŞ, Hz. Îsa û şeytan dikin.”

 

Akreyî da zanîn, tevahiya lîstikvanan niştecihên navçeya Enkawa ya Hewlêrê ne û wiha domand:

 

“Ji bo min mijar kîjan ol be ne girîng e. Dibe îslamiyet be, xiristiyanî be, êzidî be, ji bo min cudahî nîne. A herî girîng sazkirina hunerê ye.”

 

Herwiha Akreyê got, beşek ji kurtefîlman bidawî bûne û şirketekê ji Misirê sponsoriya wan dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst