Alan Kurdî bi qûm û kevran çêkir (Wêne)

04-10-2015
RÛDAW
Nîşan Alan Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hunermendekî kurd, peykerê Alan Kurdî bi qûm û kevran li ber deryayê li welatê Gurcistanê çêkir.

Alan Kurdî roja 2ê Îlonê ligel dayika xwe û birayê li ser rêya Ewropayê di deryayê de xeniqîbûn. Terêmên wan li qeraxa deryaya Bodromê hat dîtin û awayê ku Alan tê de hat dîtin wijdanê her kesî hejand.




Hunermendê peykertaş, Serdar Qadir ji Rûdawê re ragihand: “Min dixwest peykerê Alan li Tirkiyê li wî cihê ku termê wî lê hat dîtin, çêbikim, lê rê nedan min. Heta niha jî ez bow ê yekê hewl didim.”

Serdar Qadir wiha got: “Min ev peyker bi bikaranîna kevir û qûma deryayê li bajarê Batom ê Gurcistanê çêkir. Ev der cihekî geştiyarî ye û gelek xelk serdana vir dikin. Min xwest Alan kurdî bînim bîra xelkê welatên cîhanê.”



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst