Di Çaremîn Festîvala Fîlman a Silêmaniyê de 15 xelat tên dayîn

Hewlêr (Rûdaw) – Li paytexta rewşenbîrî ya Herêma Krudistanê, bajarê Silêmaniyê, ji roja Sêşemî 1ê Cotmehê ve Çaremîn Festîvala Fîlman a Silêmaniyê dest pê kiriye. Di çaremîn gera vê festîvalê de, 134 fîlm ji 79 welatên cîhanê beşdar bûne ku 44 ji wan fîlman, Kurdî ne. Herwiha di Çaremîn Festîvala Fîlman a Silêmaniyê de 15 xelat tên dayîn.

Êvariya roja Sêşemê 1ê Cotmehê, Çaremîn Festîvala Navdewletiya Fîlman a Silêmaniyê dest pê kir û ku dê heta heftiyekê berdewam be. Festîval îro di çaremîn roja xwe de ye û heta niha çendîn fîlm hatine nimayişkirin û çendîn panel hatine lidarxistin.

Çaremîn Festîvala Navdewletiya Fîlman a Silêmaniyê bi nîşandana fîlma Xwîşkên Şer a ji derhênera Fransî, Karolîna Forest dest pê kir. Tora Medyayî ya Rûdawê jî sponsoriya medyayî ya vê festival dike.

Fîlma Xwîşkên Şer yekemîn fîlma sînemayî ya rojnamevana Fransî, Karolîna Fourest e û derbarê çîroka du keçên Fransî (Kahîne ya bi esil Misilman û Cezayirî) û (Saşka ya bi esil Cihû û Îsraîlî) de ye, ku bi awayekê xwebexş diçin Kurdistanê û dibin endamê yekîneyeke serbazî ya navdewletî ya taybet bi jinan û di jêr fermandariya jineke Kurd de şerê DAIŞê dikin.

Herwiha beşa duyem a fîlmê behsa çîroka keçeke Êzidî ya bi navê Zara dike, ku piştî rizgarbûna ji destê DAIŞê, dibe endama vê yekîneya serbazî , ji bo ku tola bavê xwe hilde û birayê xwe yê biçûk rizgar bike.

Di çaremîn gera vê festîvalê de, 134 fîlm ji 79 welatên cîhanê beşdar bûne ku 44 ji wan fîlman Kurdî ne. Herwiha 15 kurtefîlên Kurdî jî di festîvalê de beşdar in.

Pêşkêşkarê Rûdaw TVyê, Dilêr Têlî jî bo cara yekem piştî ku bi nexweşiya penceşêrê ketibû, beşdarî di rûmala festîvalê de kiriye û di weşanên zindî de li ser festîvalê zanyariyan dide û hevpeyvînênan bi aktor û derhêner û beşdarên festîvalê re saz dike.

Herwiha di çarçoveya Çaremîn Festîvala Navdewletiya Fîlman a Silêmaniyê de, 20 keç û kur ên Silêmaniyê bi awayekê xwebexş kar ji bo birêvebirina festîvalê dikin.

Di hemû beşên festîvalê de, ew keç û kurên xwebexş, bi cilûbergên reş pêşwazî li amadebûyan û sînemakarên beşdar di festîvalê de dikin. Wan gencan, weke sembolekê bo penceşêra zewî, cilên bi rengê reş li xwe kirine.

Rêveberê Festîvala Fîlman a Silêmaniyê, Daner Omer derbarê awayê birêvebirina festîvalê de ji Rûdawê re ragihand, “kerta taybet festîvalê birêve nabe, belku ya me ne kompanya lê belê dezgeh e. Dezgeha Festîvala Navdewletiya Fîlman a Silêmaniyê di roja 28-05-2019an de bi nivîseke fermî ya Wezareta Rewşenbîriyê mohleta fermî jê re hatiye dayîn û 3 milyon dînar jî weke baca rêpêdanê jê hatiye wergirtin.”

Xelatên Festîvalê

Di Çaremîn Festîvala Navdewletiya Fîlman a Silêmaniyê de, di heft beşên fîlmên dirêj, dokumêntariyên navdewletî, dokumêntariyên navxweyî, kurtefîlmên navdewletî, kurtefîlmên navxweyî, fîlmên anîmasiyon û beşa behreya nû de, fîlm beşdar bûne.

Di beşa Fîlmên Dirêj de, 10 fîlmên sînemayî yên Kurdî û cîhanî rikeberiyê li ser heft xelatan dikin, ku yek ji wan xelatan, Xelata Sinobera Zêrîn e ku xelata sereke ya festîvalê ye.

Şeş xelatên din jî Zîvî ne û di beşên din de tên dayîn.

Di beşa Fîlmên Dokumêntariyên Navdewletî de, xelata Sinobera Zîvî pêşkêşî baştirîn fîlmê tê kirin.

Di beşa Fîlmên Dokumêntariyên Navxweyî de jî, du xelat tên dabeşkirin, ku yek ji wan xelata Sinobera Zêrîn bo baştirîn dokumêntarî ye û ya din Xelata Komîteya Jûriya Festîvalê ye.

Herwiha di beşa Kurtefîlmên Navdewletî de, xelata Sinobera Zîvî pêşkêşî baştirîn kurtefîlma beşdar di festîvalê de tê kirin.

Di beşa Kurtefîlmên Nvaxweyî de jî, du xelat dê bêne pêşkêşkirin, xelata Sinobera Zêrîn bo baştirîn fîlm û Xelata Komîteya Jûriya Festîvalê.

Derbarê beşa Fîlmên Anîmasiyonê de jî, fîlmên navxweyî û cîhanî dê bi hev re rikeberiyê li ser xelata Sinobera Zîvî bikin.

Di beşa Behreya Nû de jî, 13 kurtefîlm û dokumêntariyên Kurdî beşdar in û jib bo bidestxistina Sinobera Zîvî rikeberiyê li gel hev dikin.

Çima Sinober?

Rêveberê Festîvala Fîlman a Silêmaniyê, Daner Omer ji Rûdawê re ragihand, bo îsal 15 xelatên festîvalê li Tirkiyê hatine çêkirin, ku 3 ji wan Zêrîn û 12 jî Zîvî ne.

Derbarê sedema hilbijartina Sinoberê weke xelata festîvalê de, Daner Omer got, Ev yek pêwendî bi bajarê Silêmaniyê ve heye ku gelek darên Sinoberê lê hene, ku piştî bayê berhemên wan darên Sinoberan dikevin ser erdê û li nava bajêr gelek berçav in.

Di festîvalê de panel birêve diçin

Tevî nîşandana 134 fîlman di maweya heft rojan de, di çarçoveya Çaremên Festîvala Fîlman a Silêmaniyê de 2 panel jî birêve diçin, ku panelek di derbarê guhertinên keşûhewayê û belavkirina haydariyên parastina jîngehê de ye, ku di wan çend salên dawiyê de bûye rojeva hemû cîhanê. Ev panel di roja 2ê Cotmehê de li hotel Melanium a Silêmaniyê hat lidarxistin.

Panela duyem jî derbarê danîna yasayekê bo karê fîlmsaziyê li Kurdistanê ye ku têde nûnerên hejmarek kompanyayên berhemhênerên sînemayî tê de beşdar in û îro 4ê Cotmehê li heman hotela bajarê Silêmaniyê hat sazkirin.

Herwiha di çarçoveya xûla çarem a festîvalê de, çendîn çalakiyên hunerî jî tên lidarxitin. Koma Rastak a Îranî beşdarî festîvalê bûye û çend berhemên xwe pêşkêş kirine. Herwiha hunermend Hejar Zehawî û Hanî bi hev re çend berhemên hunerî û muzîkê pêşkêş dikin.