Kazim Oz bi fîlma xwe ‘Temenê Kuliyeke Berfê’ li Hewlêrê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Fîlma Derhênerê navdar ê Kurd Kazim Oz a bi navê "Temenê Kuliyeke Berfê" (The Life of a Snowflake), Hewlêrê derdikeve pêşberî sînemhezan û ew bi xwe jî dê dema nîşandana fîlmê amade be.
Mijara fîlmê çîroka evîneke di navbera keçeke Tirk û xortekî Kurd de ye.
Berpirsê Navenda Sînemaya Hewlêrê Zehawî Sîncawî ji Rûdawê re ragihand ku fîlm dê li Sînemaya Hewlêrê ya li Royal Mallê du rojan bê nîşandan.
Zehawî Sîncawî got, fîlm îro (4ê Kanûna Pêşîn) û sibe saet 17:00, 18:50 û 19:30î tê nîşandan.
Zehawî Sîncawî her wiha da zanîn ku Kazim Oz bi xwe jî dê di her du nîşandanan de amade be û piştî fîlmê dê bi temaşevanan re gotûbêjekê bike.
Çîrokeke rastîn a evînê: Miyase û Adar
"Temenê Kuliyeke Berfê" behsa çîrokeke rastîn û bibandor dike ku li ser pêwendiya du ciwanên bi navê Miyase û Adar disekine.
Miyaseya ku keçeke Tirk a ji Trabzonê ye û Adarê ku xortekî Kurd ê ji Colemêrgê ye, bi evîneke mezin dildarê hev dibin.
Lê Adar şeveke sersalê ji nişka ve winda dibe. Miyase di rojeke dijwar a zivistanê de ji bo dîtina dildarê xwe dikeve ser rê û diçe Dêrsimê.
Ev rêwîtiya hefteyekê, vediguhere lêgerîna bersiva wê evîna xemgîn a ku "di bin berfê de veşartî ye."
Fîlm sala 2022yan hatiye çêkirin ji bilî evînê balê dikişîne ser atmosfera sosyo-polîtîk a niha ya Tirkiyeyê.
Kazim Oz kî ye?
Kazim Oz sala 1973yan li Dêrsimê ji dayîk bûye û yek ji derhênerên pêşeng ên Kurd e ku bi şêwaza xwe ya tevlihevkirina hunera sînemayê û belgefîlmkariyê tê naskirin.
Kazim Oz xwediyê gelek xelatên navneteweyî ye û ew bi fîlmên wekî "Fotograf" (2001), "Bahoz" ( 2008) û "Zer" (2017) hat naskirin.