Kazim Oz: Şer tenê mirovan nakuje, hestan jî dişikîne

Hewlêr (Rûdaw) - Derhênerê navdar ê Kurd Kazim Oz, bi fîlma xwe ya bi navê "Temenê Kuliyeke Berfê" (The Life of a Snowflake) li Hewlêrê derdikeve pêşberî sînemahezan.

Fîlm, çîroka evîneke tijî êş û hêvî ya di navbera keçeke Tirk û xortekî Kurd de vedibêje ku di bin siya şer û berfê de derbas dibe.

Derhêner Kazim Oz bû mêvanê Rûdawê û pirsên Cefer Mubeşirniya û fîlmê û girîngiya nîşandana wê ya li Hewlêrê bersivandin.

Kazim Oz diyar kir ku nîşandana fîlmê li Hewlêra paytext ji bo wî "kelecaneke mezin e" û got:

"Wekî derhênerekî Kurd, ez dixwazim fîlmên min beriya Ewropayê li welatê min werin nîşandan."

Fîlm behsa evîna Miyase (ji Trabzonê) û Adar (ji Colemêrgê) dike.

Evîn û jiyana wan di atmosfereke sar a zivistanê û di bin siya şer de derbas dibe.

Adar şeveke sersalê ji nişka ve winda dibe û Miyase ji bo dîtina wî berê xwe dide Dêrsimê.

Kazim Oz diyar kir ku ev fîlm ne tenê çîroka du kesan e di heman demê de çîroka du gelan e û anî ziman:

"Di navbera Tirk û Kurdan de ji ber ku şerek heye gelek dem in ku evîn nayên jiyîn.

Ev şer ne ku tenê mirovan dikuje, welat xera dike her wiha hestan jî dişikîne. Li vir evîneke şikestî heye."

Berf: Bibîranîn, êş û hêvî

Yek ji hêmanên herî sereke yên fîlmê "berf" e.

Kazim Oz bal kişand ser rola berfê ya di jiyan û çanda Kurdan de û got:

"Berf ji bo me Kurdan, bi taybetî ji bo Dêrsimiyan û Kurdên Bakur, xwedî wateyeke taybet e.

Zivistan û berf bandorê li felsefe, çand û ruhê me dikin.

Dema berf dibare, dem giran dibe, rîtim hêdî dibe û mirov zêdetir difikire."

Oz behsa serpêhatiyeke xwe jî kir û anî ziman:

"Dema ku li Dêrsimê berf dibariya, dêya min hema telefonî min dikir û digot 'Kazim zû were, berf dibare, were bibîne.'

Ev hest di fîlmê de jî xuya dibe."

Pêvajoyên aştiyê yên nîvcomayî

Derhênerê Kurd Oz di hevpeyvînê de amaje bi rewşa siyasî û pêvajoyên çareseriyê yên li Bakurê Kurdistanê jî kir û da zanîn:

"Em nêzîkî sed sal in di nav şerekî de dijîn.

Gelek caran dest bi pêvajoyên aştiyê hatin kirin, maseyên gotûbêjan hatin danîn lê mixabin bi ser neketin.

Ev fîlm jî di atmosfereke wisa de, hewl dide ku bi zimanê sînemayê bandora şer û hêviya aştiyê nîşan bide."

Fîlma "Temenê Kuliyeke Berfê" dê îro (4ê Kanûnê) û sibe li Sînemaya Hewlêrê ya li Royal Mallê were nîşandan.

Kazim Oz bi xwe jî dê di nîşandanan de amade be û bi temaşevanan re gotûbêj bike.