Ji ber Efrînê êrişî Sezen Aksu kirin

Navenda Nûçeyan – Hunermenda navdar a Tirkiyê Sezen Aksu ji ber ku dijî êrişên bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bêdeng maye, li ser medya civakî rûbirûyê gelek rexneyan bû.


Sezen Aksu ji ber li ser hesabê xwe yê medya civakî piştgiriya êrişên Tirkiyê yên bo ser Efrînê nekiriye, bû hedefa nijadperestên Tirk.


Li ser medya civakî gelek peyamên dijî Sezen Aksu hatine belavkirin.


Hunermenda navdar jî ji ber rexneyên tund û axaftinên nexweş hemû hesabên xwe yên medya civakî girtin.