Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê dest bi nîşandana fîlman dike

05-02-2024
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê ragihand ku ew dê li Stenbolê dest bi nîşandana fîlman bikin.

Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê li ser hesabê xwe yê Xyê ragihand ku dê li salona xwe ya sînemayê ya nû dest bi nîşandana fîlman bikin.

Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê salonek sînemayê amade kiriye û dê fîlman li wê derê belaş nîşan bide.

Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê dê 11ê Sibata 2024an fîlma “Baba” (Bav) ya derhênerê Kurd ê navdar Yilmaz Guney nîşan bide.

Fîlma derhênerê Filistînî Hanî Ebû Esed  a bi navê “Omer” jî dê 24ê Sibata 2024an bê nîşan dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst