Amûra muzîkê ku dîroka wê vedigere berî hezar salan: ÛD

05-03-2019
RÛDAW
Mustefa Madendag behsa çêkirina amûra muzîkê ya ûdê dike
Mustefa Madendag behsa çêkirina amûra muzîkê ya ûdê dike
Nîşan Ûd Muzîk Amûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyê li bajarê Mêrsînê, Mustefa Madendag ku karê çêkirina amûra muzîkê ya ûdê dike, dibêje ku dîroka ûdê berî hezar salan dest pê kiriye.

 

Mustefa Madendag dibêje: “Ya ku em dizanin her çend Ereb ûdê weke berhema xwe dibînin jî, ûd tembûreke Tirkî ye, ji kobizê hatiye peydakirin. Ûd di destên Tirkên ku ji Xorasanê çûbûn Bexdayê de hatibû dîtin, Ereb gelek jê hez kirin, li ser xebitîn û weke amûreke xwe qebûl kirin.”

 

Weke gelek amûrên darînî, divê ji bo ûdê jî darên bi kalîte, 70-80 salî ku baş hişk bûne werin bikaranîn. Ji bo çêkirina ûdekê divê 35-40 rojan li ser bixebitin.

 

Bihayê ûdekê nêzîkî 20 hezar lîreyên tirkî ye (derdora 3 hezar û 700 dolaran), li gor şarezayiya hosteyê ku çêkiriye, dara ku jê hatiye çêkirin, xweşiya dengê ku jê derdikeve, bihayên wan diguherin.

 

Mustefa Madendag diyar dike ku ew bi xwe bo hemû bajarên Tirkiyê ûd şandine, herî zêde jî difiroşe welatên Almanya, Holanda û Swêd, ji welatên Ereban jî, ji Dubaî, Iraq, Erebistana Siûdî û Sûriye re dişîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst