Li Bedlîsê pêşangeha pirtûkan dest pê kir

05-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê pêşangeha pirtûkan ku îsal cara duyemîn e tê lidarxistin, bi merasimê deriyê xwe ji pirtûkhezan re vekir.

Duyemîn Pêşangaha Pirtûkan a Bedlîsê  bi piştgiriya parêzgarî, Şaredarî, BETAV û Zanîngeha Bîdlîs Erenê li qada Meydana Cumhuriyetê hat vekirin. Di pêşandehê de gelek nivîskar, helbestvan, bîrewer û rojnamevan dê bicivin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Zanîngeha Bedlîsê Ferît Îzcî diyar kir ku gelê Bedlîsê nakokiyên xwe dan aliyekî û ji bo berjewendiya bajêr yekîtiya ked, fikir û fedakariyê pêk anîn.

Endamê Desteya Rêveber a BETAVê Hasan Dalkîran jî diyar kir ku di pêşangehê ku îsal cara duyemîn tê sazkirin de, tevî fîlman, axaftin û rojên îmzekirina pirtûkan hebe.

Şaredar, serokên saziyan, xwendekar, mamoste û welatî beşdarî vekirina pêşangehê bûn û biryar e pêşangeh hefteyekê bidome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst