Mîryem Faris, Emanê difroşe
Navenda Nûçeyan- Hunermend û stêrka libnanî Mîryem Faris di dema borî de nûtirîn alboma xwe ya bi navê ‘Eman’ belav kir û niha ew albon di rêza yekê ya pirfiroştinê de tê.
Çavdêrên hunerî yên welatên erebî dibêjin ku ev alboma stranbêja libnanî, alboma serî serkeftî ya wê ye, ji ber wê yekê jî li nav welatên erebî di rêza yekê ya firoştinê de tê.
Mîryem Faris ji bo ku stranên alboma Eman li nav welatên erebî û Ewropayê belav bike, çendîn konsêrt li Kuweyt, Misr, Qeter û Îmaratê lidar xistine.