Stranek Michael Jackson ji xelkê Lubnanê re bûye sirûda niştîmanî!
Navenda Nûçeyan – Straneke stêrê navdarê amerîkî Michael Jackson ji xelkê Lubnanê re bûye sirûda niştîmanî. Stranbêja Lubnanî Xriss Jor hinek guhertin di strana Jackson de kiriye û têde behsa xwepêşandan û nerazîbûnên xelkê Lubnanê li hember kirîza zibil û çopê li wî welatî dike.
Ew demek dibe ku straneke Michael Jackson bi hinek guhertinan li ser torên civakî belav bûye ku têde behsa nerazîbûna xelkê Lubnanê û kirîza çopê ya li wî welatî tê kirin.
Ew stran ji aliyê stranbêja keç a lubnanî Xriss Jor ve hatiye dubarekirin û hinek guhertin têde hatiye kirin. Xriss Jor guhertin di strana Jackson a bi navê “Thy Don’t Really Care About Us” de kiriye û bi gotinên derbarê kirîza çopê ya li welatê Lubnanê û nerazîbûnên xelkê, ew stran ji xelkê nerazî yê Lubnanê re kiriye sirûdek niştîmanî.
Xriss Jo herwiha klîpek ji stranê re çê kiriye ku têde xwepêşander û polîsên lubnanî tên dîtin ku li hemberî hev tundûtîjiyê bikar tînin. Herwiha dîmenên bajarê Beyrût paytextê wî welatî di klîpê de derdikevin ku çop li ser cadeyan e û dema baran tê, ew çop li ser cadeyan û di nav kolan û taxên Beyrûtê de belav dibe.
Di wê klîpê de, stranbêja lubnanî behsa kêmxemiya hikûmet û desthilatdarên Lubnanê tê kirin ku bi çavên xwe wê çopê dibînin lê ti çareyekê jê re nabînin û hewl nadin wê arîşeyê çareser bikin.
Piştî belavbûna wê klîpê li ser torên civakî, ew strana Michael Jackson bi wan guhertinan ji xelkê Lubnanê re bûye sembol û sirûdek niştîmanî.