Perde li ser ‘Kemana’ Dilşad Seîd rabû

06-11-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Li bajarê Duhokê merasîma rakirina perdeyê ji ser kemana hunermendê Kurd Dilşad Seîd birêve çû.


Li parka Kevok li Duhokê rêwresma rakirina perdeyê ji ser kemana hunermendê Kurd Dilşad Seîd birêve çû û di merasîmê de, gelek hunermend, dostên Dilşad Seîd, parêzgarê Duhokê Ferhad Etroşî û gelke kesên din beşar bûn.


Keman ji aliyê 3 kesaqn ve hatiye çêkirin û bilindbûna kemanê11 metir û nîv û firehiya wê î 2 metir û nîv bû.


Kesên ku keman çêkirine dibêjin ji aliyê mezinbûnê ve li cihanê duyemîn a mezintir e.


Li ba kemanê 4 noteyên senfoniyên Dilşad Seîd hatine danîn. Senfoniyên “Pêşmerge” û “Şingal” ji wan senfoniyan e ku Tora Medya Rûdawê sponsoriya wan kiribû.


Parêzgerê Duhokê biryar da ku navê parka Kevok a keman lê hatiye danîn bibe parka Dilşad Seîd.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst