Keyhan Kelhor û Erdal Erzincan li Ewropayê du konseran saz dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Herdu hunermendên navdar Keyhan Kelhor û Erdal Erzîncan, di meha Mijdarê de li Holanda û Fransayê du konseran saz dikin.


Roja 10ê Mijdara 2017ê, hunermendên navdar Keyhan Kelhor û Erdal Erzîncan li paytexta Holandayê Rotterdamê dê di konserekê de werin cem hev.

 

Keyhan Kelhor û Erdal Erzîncan dê duyemîn konserta xwe jî li bajarê Schiltigheima Fransayê pêk bînin.

 

Jenyarê kemaçeyê û hunermendê ji Rojhilatê Kurdistanê Keyhan Kelhor û jenyarê tembûra baglamayê û hunermendê ji Bakûrê Kurdistanê Erdal Erzîncan di salên dawiyê de çend caran bi hevre duet kirin.