Delîl Dîlanar dê bi muzîka xwe Mûş û Êlihê bihejîne
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar û dengbêj Delîl Dîlanar dê li bajarên Êlih û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê 2 konserên taybet bide.
Konser dê 16 û 26ê Çiriya Paşîn werin lidarxistin.
Hunermend Delîl Dîlanar di konsera xwe ya yekem de dê 16ê Çiriya Paşîn li Êlihê saet 20:00an li Salona Front Doorê ya li Bulvara Omer Muxtar derkeve pêşberî hezkiriyên xwe.
Konsera duyem jî dê 26ê Çiriya Paşîn li Mûşa ku Delîl Dîlanar bi xwe jî ji wir e were lidarxistin.
Konsera li Mûşê dê saet 20:00an li Navenda Çand û Kongreyê ya Zanîngeha Mûş Alparslanê were lidarxistin.
Konser bi dirûşma "Amade Bin Ji Bo Şeveke Nejibîrkirî" tên danasîn û tê payîn ku hezkiriyên hunermend li her du bajaran eleqeyeke mezin nîşan bidin.
Delîl Dîlanar li ser konserên xwe ji Rûdawê re ragihand:
"Em dê li Amed, Stenbol, Îzmîr, Enqere û Antalyayê jî konseran li dar bixin.
Dema ku dîroka wan konseran diyar bû em dê ji we re ragihînin."
Delîl Dîlanar wekî yek ji nûnerên herî girîng ên kevneşopiya dengbêjiyê ya nûjen tê naskirin.
Ew biraziyê dengbêjê mezin Husênê Mûşî ye û hunera ku ji malbatê wergirtiye bi şêwaza xwe ya taybet digihîne nifşên nû.
Bi dengê xwe yê zîz û bi hêz û bi şîrovekirina kilamên wekî "Serayê" û "Dewrêşê Evdî", di dilê Kurdan de cihekî taybet girtiye.