Mîkaîl Aslan: Mirov xwe li Başûrê Kurdistanê azad û serbest dibîne
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Mîkaîl Aslanê ku bi stranên xwe yên Kirmanckî (Zazakî) û Kurmancî tê naskirin, îro li studyoya Rûdawê ya li Hewlêrê bû mêhvanê Hêvîdar Zanayê.
Mîkaîl Aslan behsa hatina xwe ya ewil a Başûrê Kurdistanê û hestên xwe kir.
"Polîs li vir bira ye"
Aslan diyar kir ku dîtina hêzên ewlehiyê yên Kurd li cem wî hesteke cuda çêkiriye û wiha got:
"Dema ez hatim polîs ji min re got "Bira" lê li Bakurê Kurdistanê tevgerên polîs û leşkeran gelekî xerab in lê li vir mirov serbestî û azadiyê dibîne."
"Zazakî û Kurmancî yek in"
Mîkaîl Aslan li ser pirsa cudahiya zaravayan û devokên Kirmanckî (Zazakî/Dimilî) destnîşan kir ku divê Kurd hewl bidin hevdû fêhm bikin û got:
"Kîjan zarava be bila bibe, hemû yên me ne. Belê devoka Dêrsim, Çewlîg û Amedê ji hev cuda ne, ferq heye.
Lê ferq di navbera Kurmanciya Dêrsim û Amedê de jî heye. Eger mirov hinekî guh bide hev û hinekî 'xîret' bike, mirov dikare hevdû fêhm bike.
Dema min dest bi muzîkê kir, min got divê ez hem Zazakiya Çewlîgê û hem jî ya Amedê fêr bibim. Divê em sînoran nedin ber xwe."