Fîlma Kurdî ya Sîber li Urmiyê hat nîşandan

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdîbûn, an naveroka fîlmê, weha kir ku salon tijî bibe û ne carekê du caran fîlma Sîber bê nîşandan.

Pêşwaziya germ a xelkê

Fîlmek ku ji derhêner, ekter û sponsor û piştîvanan ve hemû Kurd bûn.

Ew fîlm ku beşdarî Festîvala Navdewletî ya Duhokê jî bû, vê carê li Urmiyê hate nîşandan û pêşwaziyeke bêwêne ji aliyê xelkê ve lê hat kirin.

Ekterên beşdarî fîlmê bi beşdariya bi kelecan ya xelkê, westiyana berhemanîna fîlmê jibîr kirin.

Şebnem Semedî, Ekter, dibêje, “Em dizanin Sîber e, ne tenê karaktera keç e, ji ber ku navê wê wateya fîlmê ye jî ku ev sîbera bavê xwe pêdivî pê heye, sîbera jiyanê pêdivî pê heye. Ji ber vê yekê ji destpêkê heta dawî sîber ne karaktera keçê ye, ji ber ku em li dûv sîber bav in.”

Karakterên fîlmê

Hebîb Ferhemend, Ekter, diyar dike, “Karaktera Siyamend karaktereke dijwar bû. Kêfxweş im ku bi plan bi plan alîkariya min kirin û li gel bûn heta ku ez bikarim wê karakterê nîşan bidim.”

Weke bîner dibêjin, fîlm bê kêmasî nebûye, lê ev ezmûna yekem ezmeneke serkeftî bûye. Lewre xelk piştîvanê wê yekê ye.

Mecîd Mîlan, Bînerê Fîlmê, dibêje, “Xalên lawaz û bihêz hebûn, lê ji ber ku karê yekem bû, em hêvîdar in careke din karekî baştir û birêkûpêktir çêbikin. Fîlm bi giştî amaje bi rewşa civakê dikir ku di warê aborî de di asteke jêr de ye.”

Naveroka fîlmê

Naveroka Fîlma Sîber ku bi derhêneriya Mecîd Derwêşnijad hatiye amadekirin, behsa hejarî û tûşbûna bi madeyên hişber dike, di dawiyê de jî peydabûna hêviya jiyanê.

Arif Selîmî, Bînerê Fîlmê, radigihîne, “Fîlmek gelek ciwan bû, me dersên gelek baş wergirtin.Taybet jî omêd tê de hebû, hêvî dida bo jiyanê.”

Her çawa be jî, xelkê Kurd kêfxweş e ku li fîlmeke Kurdî temaşe dike, çavê wan li pêngavên bihêztir yên Kurdî ne di wî bajarî de ku bi salan e Kurd di her warekê de hatine fetisandin.