Derhênerên kurd berê xwe didin New Yorkê
Ergulen Toprak
New York (Rûdaw) - Derhênerên kurd Kazim Oz, Mehmet Aktaş û Hisham Zaman demek berê ji bo nîşandana fîlmên xwe û çendîn hevdîtinan hatin New Yorkê. Fîlmê ku Hisham Zaman kişand û produksiyona wî Mehmet Aktaş kir, "Before Snowfall (Beriya Berf Bibare)", di Festîvala Fîlman a Tribeca de xelatek girîng bidest xist ku Roberd De Niro jî piştgiriya vê festîvalê dike. Fîlmê dokumanter yê Kazim Oz, bi navê “Demsala Dawî: Şeveqan” jî di Festîvala Fîlman a Zanîngeha Hamilton de hat nîşandan.
Ji bo derhênerê kurd xelata "sînematografıya herî baş"
Di Festîvala Fîlman a Tribeca de cara yekem di sala 2008ê de derhênerê kurd Huseyîn Karabey ji bo fîlmê xwe yê bi navê "Cûyîn" Xelata Derhênerê Herî Baş wergirtibû. Îsal di heman festîvalê de derhênereke kurd yê din xelat wergirt. Hisham Zaman ê ku li Norweçê dijî bi sponsoriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Mitos Film fîlmê bi navê "Befor Snowfall" (Beriya Berf Bibare) tevlî Festîvala Fîlman a Tribeca bû ku stêrkê Hollywoodê Robert De Niro piştgiriya wê dike. Fîlmê Zaman Xelata Sînematografiya Herî Baş ya 2013yê wergirt. Di diyarkirina xelatan de Hisham Zaman û Mehmet Aktaş ku hatibûn New Yorkê, dema xelatên xwe wergirtin spas ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kirin da ku ew bûne sponsorê fîlm.
“Eger sînemaya kurdî û sînemaya amerîkî nêzî hev bibin...”
Derhênerê kurd Kazim Oz heftiya borî ji bo danasîna belgefîlmê xwe li New Yorkê bû. Oz cara yekem di sala 2001ê de fîlmê bi navê “Fotograf” kişand û ev fîlm di sala 2005ê de li Los Angelesê tevlî festîvaleke fîlman bû, fîlmê bi navê “Bahoz” jî di sala 2009ê de di Festîvala Fîlmên Kurdî li New Yorkê hat nîşandan.
Oz cara sêyem hat Amerîkayê û li Zanîngeha Hamilton tevlî hevpeyvînek bû. Oz ji Rûdawê re daxuyand ku ew ji hevpeyvîna navborî û nêzîkbûna Amerîkiyan ji bo çanda kurdî kêfxweş bûye. Derbarê hatina wan li New Yorkê û danasîna fîlmên kurdî li Amerîkayê, Oz wiha axivî: "Sînemaya kurdî pirr ciwan e. Di 10-15 salên dawî de derketiye holê û hê nû belav dibe. Li gor Amerîkî û Ewropiyan, Kurd 100 sal dereng dest bi sînemayê dikin. Sedemên siyasî û civakî hene, lê em nikarin bêjin sînemayekî derengmayî ye. Dibe ku sînemayekî pirr azad û orîjînal jê derkeve. Dibe ku nêzîkbûn û hevdûnasîna ev herdu sînemayan, sînemaya herî kevin a Amerîkayê û sînemaya nû ya Kurdan, bibe sentezek baş. Lewma ez pêwîst dibînim ku sînemavanên kurd bi sînemavanên amerîkî re têkilî çêkin."
Kazim Oz li Amerîkayê fîlm dikşîne
Bi baweriya Kazim Oz, di salên dawî de li festîvalên Amerikayê zêde fîlmên kurdî tên nîşandan û ev jî nîşan dide ku Amerîkî ji sînemaya kurdî re bêdeng nînin. Bi baweriya Oz sedemê wê jî, “Hewldan û rolê Kurdan ê li Rojhilata Navîn e.”
Kazim Oz daxuyand ku di demeke nêzîk de ew projeyeke xwe li Amerîkayê pêktîne û wiha dom kir: "Yek ji sedemên hatina min jî ev e. Ez li ser fîlmekî kar dikim ku hinek çîroka wî li Amerîkayê derbas dibe. Lewma hatine min bû weke fersendek e ji bo min. Ez hêvî dikim ku em sala bê ev fîlm bikşînin û li Amerîkayê deng bide. Emê hinek sahneyan li vir bikşînin. Em hewl didin ku ji bo beşa projeyê ku li Amerîkayê derbas dibe, amadekarî bikin."
Piştî pêvajoya aştiyê fîlmên kurdî zêde bûn
Oz destnîşan kir ku weke teknîk, cih, kadro û perwerde hinek zehmetiyên sînemayê hene li gor beşên din ên hunerê û derbarê pirsgirêkên sereke yên sînemaya kurdî jî wiha axivî: "Pirsgirêka herî mezin nebûna produksiyonê ye. Eger ev kêmasî bê çareserkirin ti astengî li pêşiya sînemaya kurdî namîne û di 15-20 salên siberojê de dibe sînemayeke pêşketî."
Bi baweriya derhênerê kurd Kazim Oz, di rêzefîlmên tirkî de derbasbûna mijarên Kurdan jî bi demê ve girêdaye. Oz wiha axivî: "Beriya ku hikûmetê dest bi projeya aştiyê nekiribû, deng ji wan dernediket, lê niha ji nîşka ve fîlmên kurdî derketin û di rêzefîlman de mijarên kurdî zêde bûn. Divê mirov ji wan bipirse ka ew beriya projeya hikûmetê çima bêdeng bûn?”
Oz siberoja sînemaya kurdî zelal dibîne
Oz bawer dike ku pêvajoya aştiyê bandorek bas li sînemaya kurdî bike û astengiyên ku welatên Ewropayê ji bo tevlîbûna fîmên kurdî derdixist, bi dawî bibin: “Wê di demên nêzîk de ev astengî rabin. Lê nayê wê wateyê eger astengî rabîn wê hema sînemaya me baştir bibe. Dibe ku hinek alî di vê demê de sînemaya kurdî ji xwe re bike berjewend. Lewma divê ev hişyar bin.”
Derbarê siberoja sînemaya kurdî jî Kazim Oz wiha axivî: "Bawer dikim ku wek hejmar wê gellek fîlmên kurdî bên kişandin. Wê festîvalên cîhanê ji bo fîlmên kurdî beşên taybet veke. Di her hevrikiyan de wê ji bo fîlmên kurdî kontenjan bê dayîn. Weke pêşketina sînemaya Îranê ji bo sînemaya kurdî jî pêşketinek çaverê dikim. Lê ez nizanim ka wê li ser hîmên xwe geş bibe an jî bi awayekî din. Divê wisa neyê dîtin ku sînema beşeke ji endustriyê ye û ji bo pere tê kirin."