Hewlêr (Rûdaw) – Malbata Ciwan Ehmed Bedirxan ji ber rewşa siyasî, neçar maye sala 1984ê ji Kurdistanê derbikeve û çûye li Norvêçê bicîh bûye.
Ciwan Bedirxan di vê naberê de bi riya dayika xwe fêrê dirûtin û dîzayna cilên kurdî bûye. Niha herdu xwîşkên wê yên biçûk jî dane ser şopa wê û ew jî dîzayner û nimayîşkarê cilên kurdî ne. Di vê hevpeyvînê de Ciwanê ji Rûdawê re behsa kar û projeyên xwe kir.
Çawa bû te karê dîzayna cilên kultûrî û keleporî hilbijart?
Hilbijartina min a karê hunerî û dîzaynê ne hema ji ber xwe ve bû. Dayika min ji malbata Reşole ye, ku ew li bajarê Silêmaniyê malbatekî naskirî ne. Vê yekê pir bandor li me kir. Bavê min jî ji malbata Bedirxaniyan e, ku ew jî di warê huner, edeb û zanistê de pêşeng in. Ji ber vê yekê jî her tim em li malê bi karên hunerî ve mijûl bûne. Herdu xwîşkên min jî karên dîzayn û nimayîşê dikin. Dayika min gelek destrengîn e û hertim alîkarî daye me.
Gelo li Ewropayê karê dîzaynê ji bo keçekê Kurd ne giran û zehmet e?
Hertim hêvî û daxwaza min a herî mezin dîzaynkirina cilan bûye. Li Ewropayê jî giringiyeke zêde didin dîzayna cilan. Min jî hewl da wê hizra di xeyala xwe de pêkbînim, bi taybetî jî hêma û sembolên kurdî di karên xwe de bikar bînim. Ez dixwazim cilûbergên dayika xwe weke xwe bidûrim da ku nifşên nû ji çand û ferhenga dapîr û bapîrê xwe agahdar bin. Niha gelek kes cilên kurdî dikirin. Kar ji bo keçekê çi qas zehmet û giran jî be lê dema wêrekî û zîrekî hebe, mirov dikare li hember hemû zehmetiyan jî serkeftî bibe.
Kurdên Ewropayê giringiyê didin cilên kurdî?
Berê kurdan zêde berê xwe nedidane cilûbergên kurdî. Lê piştî şerê DAIŞê hestê Kurdbûnê li cem hemû kurdên Ewropayê jî bilind bû. Lewma niha gelek kes cilûbergên kurdî hildibijêrin. Ji ber lehengî û xwaregiriya pêşmerge navê Kurd li hemû cîhanê hate bihîstin û vê yekê jî bandor li kurdên Ewropayê jî kir. Herwiha vê yekê daxwaza ji bo lixwekirina cilên kurdî jî zêde kir. Niha ji zarokê 7 salî heta kalê 70 salî hemû kes dixwaze cilê kurdî lixwe bike û giringiyê didin.
Ewropî cilûbergên kurdî nas dikin? Ti ewropiyek hebûye ku ji te daxwaza cilên kurdî kiribe?
Berê zanyariyên ewropiyan li ser cilên kurdî nebûn lê weke min got, piştî şerê DAIŞê Kurd li Ewropayê zêdetir hatine naskirin. Çand û ferhenga kurdan jî zêdetir hate naskirin. Nihe gelek keçên ewropî cilên kurdî lixwe dikin û gelek kes jî van cilan dixwazin. Bi taybet ew jinên ewropî yên ku hevjînên wan Kurd in ji me zêdetir dixwazin cilên kurdî bikin berxwe. Roja Neteweyî ya Norvêçê, wate roja 17ê Gulanê hinek jinên novêçî jî cilên kurdî lixwe kiribûn û di ahengên xwe yên neteweyî de jî van cilan liber dikin.
Çima cilûbergên kurdî nebûne brand?
Mixabin, heta niha kar li ser çêkirina branda kurdî nehatiye kirin. Herçend ji vir û li wir hinek hewlên biçûk hebin jî lê encameke baş derneketiye. Bi ya min divê destpêkê haya brandên cîhanî ji cilûbergên kurdî hebe û nas bikin, hemû curên cilên kurdî em bi wan bidin nasîn, paşî hewla komkirina alîkariyê bidin da bibe brandek û piştgiriyê bidin.
Heta niha te li Ewropayê çend nimayîşên cilên Kurdî sazkiriye?
Min li Ewropa û bi taybetî jî li Norvêçê çend defîle an ku niyaşî kirin. Piraniya nimayîşan jî ji bo cilên kurdî bûn lê hinek caran me cilên kurdî, ewropî û Rojhilata Navîn jî tevlî kiriye.
Te di dema nimayîşan de keçên ewropî weke modêlîst bikar aniye. Gelo ma kesên kurdan nînin li Ewropayê karê modêlîstiyê bikin?
Rast e, piraniya modêlên min keçên ewropî ne lê şekl û şemala wan dişibe ya kurdan û mirovên Rojhilata Navîn. Çend caran me nimayîş kirin lê ti kesan nezanî ku ew ne Kurd in. Herwiha çend modêlîstên min ên Kurd jî hene.
Tu dîzayna cilên welatên din, bi taybetî yên erbî jî dikî. Ma ne zehmet e tu karê çandî yê neteweyekî din bikî?
Ji bilî cilên kurdî, ez cilên mexrîbî, tûnûsî, mexrîbî, gelabî û ebayên xelîcî û herwiha çendîn curên ewropî jî didûrim. Gelek daxwaz ji bo wan jî nene. Kurd jî niha wan cilan li xwe dikin.
Projeya te ya dawîn a ji bo karê dîzayn û modêlî çi ye?
Hinek projeyên min hene. Dibe em kovarkî taybetî uê cilûbergan çap bikin ku bi awayeke akademîkî û profesyonelî nehsa şêwaza cilên kurdî bike. Herwiha projeyekê min ê din jî ew ku pirtûkekî li ser çand û ferhenga kurdî bi zimanê îngîlîzî çap bikim. Ji bo jinên hez ji karê dirûn û dîzaynê dikin jî kampanyayekî min heye.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse