Dihok (Rûdaw) – Hunermendekî Rojavayê Kurdistanê her şev li ser çiyayê Zawe li Dihokê distirê û hunera xwe nîşan dide.
Hunermend Ridwan, ku mîna bi hezaran kurdên Rojavayê Kurdistanê penaberî Başûrê Kurdistanê bûye, li kampa Domîzê dijî. Ridwan ji bajarê Tirbespiyê yê Rojava ye.
Ridwan her şev li ser çiyayê Zawe li Dihokê li tembûrê dide û stranan dibêje û li dora wî xort, keç û malbat kom dibin û guhdarî mûzîka wî dikin: “Em heta saet 2-3ê şevê li vir dimînin û ji xwe re kêf dikin…”
Serdana welatiyên Dihokê bo çiyayê Zawe di meha Remezanê de zêde dibe ji ber wê jî guhdarên Ridwan jî zêde dibin…
Xortên ku diçin çiyayê Zawe, ji civata Ridwan razî û kêfxweş in…
Wî 10 sal berê dest ji hunerê berdabû lê piştî ku bû penaber dîsa tembûra xwe da destê xwe û lorand…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse