Sykes Picot niha jî dikeve navbera xwînêrên kurdî!

06-07-2017
RÛDAW
A+ A-

PirtûkaKurdî ango yekem platforma pirtûkfiroşiyê ya ku di sala 2015an de hatibû vekirin, di demeke kin de valahiyeke mezin dagirt. Lê hin astengiyên sînorî mezinbûna wê platformê asê dikin. Tevî ku bi hezaran kurdîhez û xwînerên kurdî ji çaraliyê cîhanê bi saya vê platformê digihîjin berhemên kurdî, sînorê di navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê, li qada înternetê jî dibe sînorekî asê.


Li gorî agahiyên ku xebatkarên PirtûkaKurdî bi Rûdawê ragihandin, hejmareke zêde ji kargoyên ku berev bi Başûr ve têne şandin, li deriyê sînor bi şûn de têne veguhestin.


Ji ber ku li deriyê gumrigê destûr nayê dayîn, xwînerên Başûrê Kurdistanê nikarin bigihîjin berhemên ku li Bakur û Tirkiye derdiçin. Pirtûkên kurdî bi saya vê platformê li her deverên dinyayê belav dibin lê di navbera perçeyên Kurdistanê de astengiya li ber wan berdewam dike.


PirtûkaKurdî, bi armanca kudinavweşanxane û xwîneran de bibe pirekê di sala 2015an de li Ameda Bakûre Kurdîstanê dest bixebatên xwekir û eva serê 2 mehe jî bi navê  “Weşanên Dara” dest bi weşangeriyê kiriye.


Ew plataform ji aliyê çend dildarên wêjeya kurdî, bi avayekî xwebexşane hatibû avakirin. Di demeke kin de bi dehan wêşanxaneyên kurdî jî bi saya wê platformê karîn ku berhemên xwe bigihînin çar aliyê cîhanê.


Sînorên ku Kurdistanê perçe dikin, li înternetê jî diesirin


Ji ber ku piştî ragihandina rewşa awarte gelek sazî û dezgehên belavkarî û medyayî jî hatibûn girtin, pirtûk û berhemên din ên ku bi kurdî têne çapkirin di refikên wêşanxaneyan de diman.


Li aliyê din kompaniyên belavkariyê ên tirkan jî belavkirina berhemên kurdî dabûn rawestandin an jî kêmkirin. Ji ber van sedeman wêşanxaneyên kurdî jî eleqe û girîngiyeke mezin bi vê platforma li ser înternetê didin.


Di nava herdû salên rabirdûyê de li hemû welatan û herçar perçeyên Kurdistanê jî xwînêr bûn xwedî wê derfetê da ku karibin ji perçeyekî bigihîjin berhemên li perçeyek din.


Li gorî îstatîstîkên malpêra PirtûkaKurdî ji Rojava û Rojhilatê kurdistanê jî gelek daxwaz bo pirtûkan tê kirin.


Herwiha tevî ku perçeyê herî asan û aram Başûrê kurdistanê ye û diviyabû berhemên li Bakûr bi asanî bigihîştana wê derê jî ew yek bi cî nayê. Vê carê jî deriyê gumrigê sînor li ser înternetê danî û berhem nikarin derbasî Başûr bibin.


Rewşa awarte sînor danî ser înternetê jî


Berpirsê PirtûkaKurdî Şewket Dogan jiRûdawê re ragihand ku,bi taybetî ji Başûr û Rojavayê Kûrdistanê eleqeyek mezin heye lê piştî ku rewşa awarte hatiye ragihandin vir ve ew nikarin pirtûkan bişînin Başûrê Kurdistanê. Li gorî Dogan, çend caran wan bi saya kolberan hin pirtûk gîhandine xwînerên ku li Rojava dijîn re.  

 

Her wiha Dogan da zanîn ku qaçaxçiyên ku di navbera Bakûr û Rojava de kar dikin jî pêşniyaza derbaskirina pirtûkan bo wan kiriye lê wan ew pêşniyaz qebûl nekirine.

 

Dogan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku li Rojava sîstema kargoyê tuneye em nikarin pirtûkan bişînin wir. Ji aliyekî din ve jî nêzikîs elekêye ji ber ku kargo ji gumrigê derbas nabin em nikarin pirtûkan bişînin ji xwînerên xwe re ku ew li li Başûrê Kurdîstanê ne. Pirtûkên ku em dişînin li me vedigerin û heta niha jî me nikariye ku em kargoyekê jî bigihînin aliyê din.’’

 

Dogan diyar kir kuji her derêndinyayê sipariş tên û got di nava bajar u navceyen Kurdistane de jî herî zede ji Mêrdîn, Çewlîg û Amedêxwîner bi wan re pewendî datînin da ku karibin bigihîjin berhemen kurdî.


Şewket Dogan eşkar kir ku PirtûkaKurdî biserkeftîhatiye roja heyî û ev ji bi piştgiriya weşanxaneyan bûye û wiha pe de çû:


"Me heyaîrodinavberaweşanxane û xwîneran de pirtûkbelavdikir, lêinşala emê piştî eydêjibopirtûkfroşanjî dest bikarêbelavkirinêbikin. Yanê em dikarinbejin himpirtûkfroş û himjîxwînerdikarinhemûweşanxaneyê kurdan ji me bistînin.’’


Dogan, anî ziman ku ew jî gelek alîkariya weşanxaneyan dikin û wiha domkir: “Bajarên ku pirtûkên kurdî li wir nayên firotin, bajarên ku pirtûkfroş li wir nîn in em pirtûkên weşanxaneyan dişînin wir. Yanê em bi her awayî bi weşanxaneyan re bi hevgirtinî dixebitin.”




PirtûkKurdî sînorên di navbera weşanxane û xwîneran de radike


Her diçê platformên wekî PirtûkaKurdî zêdetir dibin û di pirtûkfiroşiya li ser înternete de cih digrin. Hemû weşanxaneyên kurd, bi riya van platforman ku li ser înternetê pirtûkan difiroşin, pirtûkên xwe dişînin cîhe ku Pirtûkfiroş nin in û xwînêr jî bi asanî dikarin pirtûkên weşanxaneyan peyda bikin. Weşanxane jî dibêjin ku bi alîkariya platformên wiha, sînorên di navbera wan û xwîneran de radibin.


Berpirsê weşanxana J&J Azad Zal, di derheqê platforma PirtûkaKurdî de bi Rûdawe re ragihand ku platformen wiha giringiyeke mezin bi xwe re tînin û ew qada kurdî germtir dikin.


Zal wiha got: “Ev platform gelek bi kêrî me tê. Pirtûkên me digihîjîne deverê ku pirtûkxane li wan deran nebin. Li gorî mê, ev platform pêwîst bû û heta niha valahîyek giring dagirtiye. Ji ber ku PirtûkaKurdî dest bi karê belev kirina  tomarî ji dike, giringiya wan ji bo me zêde dibe.”


Berpirsê Belavkirin û Firotanê yê Weşanxaneya Nûbiharê Ramazan Avcioglu jî diyar kir ku ne tenê PirtûkaKurdî le hin platformen din jî hene ku heman xizmetî dikin û bi saya van xebatan xwîner jî digîhije derfeta pir cureyî û li aliye din berhemen hemû weşanxaneyan bi erzanîyek behtir digihîjin wan.


Recep Çapan

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst