Bruce Lee piştî 40 salan ji qebrê rabû!

Hewlêr (Rûdaw) – Şîrketeke berhemanîna alkolê di şêwazek nû de lîstikvanê navdarê çînî-amerîkî û hostayê werzişa bi navê Jeet Kune Do, Bruce Lee di reklamên xwe de bikar anî û mirov dibêje qey Bruce Lee ji nû ve zindî bûye.

Di vê vîdyoyê de Bruce Lee ku 40 sal berê jiyana xwe ji dest daye, hatiye zindîkirin û di reklamê de dilîze…

Bruce Lee ku navê wî yê rast Bruce Jun Fan Lee bû, 27ê Mijdara 1940 li bajarê San Fransîscko yê Amerîka ji dayik bibû û 20ê Tîrmeha 1973 li Hong Kongê jiyana xwe ji dest da.

Lee di gelek fîlman de lîstibû û herî dawî jî dixwesti di fîlma “Game of Death” de bilîze lê bi awayekî şêlû jiyana xwe ji dest da.