Aktorê Star Warsê serdana Hewlêrê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Aktorê fîlma navdar Star Warsê, Ewan Gordon McGregor hatiye Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û serdana kampa penaberan kir.


Aktorê navdar ê cîhanî Ewan Gordon McGregor ku bi eslê xwe Skotlendî ye, hate bajarê Hewlêrê çû serdana kampa penaberên Rojavayê Kurdistanê.


Lîstikvanê sînemayê yê 45 salî McGregor, weke balyozê rêxistina UNICEFê hate Hewlêrê û çû serdana penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriye.


McGregor, li kampê dê çend projeyan ji bo zarokên penaber pêşkêş bike.


Herwiha ewê di dema pêş de serdana Rojhilatê Kurdistanê jî bike.


Ewan Gordon McGregor, beşdarî beşê dawî ya fîlma Star Wars to The Force Awakens, bûye.