Berlîn (Rûdaw) - Siyamend Haco di galeriya wêneyên Kurdên Berlînê de xwedî cihekî taybet e. Di 20 salên dawiyê de, di gellek çalakî, civîn, panel, karên çandî, siyasî û dezgehî de Siyamend Haco mora xwe li binê gellek karan daye.
Beriya ku em bên ser karên kirî, em wî ji nêzîk ve nas bikin: Siyamend Haco di sala 1967ê de li gundekî nêzîkî Qamişloyê ji dayik bûye. Dema dikeve 13 saliya xwe, bi mebesta hatina cem hev ya malbatê, tê Berlînê. Ji sala 1980yî ve li vî welatî dijî. Di sala 1997ê de ji Zankoya Azad (Freie Universität) beşa polîtologiyê mezûn dibe.
Hîn dema xortekî 25 salî bû, ango di sala 1992yê de, wek nûnerê giştî yê xwendekarên unîversîteya lê dixwînê, ku bi 67.000 xwendekarên xwe unîversîteya herî mezin ya Almanyayê ye, tê hilbijartin. Haco di wê dema xwendekariyê de di salekê de milyonek û 200 hezar Mark berhev dike û bi vî pereyî di bin banê heman zankoyê de 'Kurdistan AG' ava dike, ku armanca wê komeleyê damezrandina bingeha beşa Kurdolojiyê bû.
Di vê çarçoveyê de, di navbera salên 1990 û 98ê de gellek civîn û forûman organîze dike. Di encamê de, di bin rêveberiya profesorên wek Martin van Bruinessen de li Zankoya Azad beşekî bi navê 'Enstîtuya Etnolojiyê' dide vekirin, bi armanca ku di warê Kurdolojiyê de perwerdahî û lêkolîn bêne kirin.
Siyamend Haco bi saya van xebatên xwe di sala 1998ê de xelata Magherita-von-Brentano tevî 20.000 Mark werdigire. Haco herwiha ji sala 1999ê û heta niha kar û xebatên kurdî yên “Navenda Ewropî ji bo Lêkolînên Kurdî“ birêvedibe û ev dezgeh li Ewropayê xwediyê pirtûkxaneya herî mezin e ku lêkolînên ji bo Kurdolojiyê lê hatine kirinê.
Siyamend Haco ji sala 2005ê û vir ve li kêleka vî karî, ji bo ku binpêkirinên mafên mirovan yên li Rojavayê Kurdistanê bigihîne raya giştî ya ewropî, malpereke bi navê www.kurdwatch.org vekiriye. Haco li ser xebatên Kurdwatchê wiha diaxive:
''Heta sala 2011ê, ku rewşa li Sûriyê êdî veguherî merheleyeke din, me bi almanî û îngilizî cîh dida binpêkirinên mafên mirovan yên ku ji aliyê rejîma Baasê ve dihatin peyîkandin û raya giştî serwext dikir. Lê piştî sala 2011ê, ji bilî zordarî û binpêkirinên mafên mirovan yên ji aliyê rejîma Baasê ve, herwiha em li ser kiryarî û armancên PKK/PYDê jî disekinin. Ji Rojava gellek nûçeyên spekûlatîv û nerast têne weşandin. PYDê li Rojava herêmên Kurdan girtine bin desthilatdariya xwe. Malpera me kiryariyên PYDê jî dişopîne û wan digihîne raya giştî. PYD endamên rêxistinên din an jî kesên serbixwe dişopîne û dûre li gor dilê xwe ceza dide wan. Ji sala 2012ê heta niha herî kêm 32 kesên ku PKK rexne dikirin ji aliyê endamên PYDê ve hatine kuştin an jî revandin. Derdora 400 kes jî dîsa ji aliyê heman hêzan ve hatine revandin û îşkencekirin.''
Siyamend Hacoyê ku ji sala 2012ê û heta niha berdevkiya Ewropayê ya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê jî dike, axaftinên xwe wiha didomîne: ''Tevgera me Şepêla Kurdî dixwest Kurd bi mixalefeta Sûriyê re bi hevkarî têbikoşin. Me digot hevkariyeke bi PYDê re ne gengaz e, lê partiyên din yên kurdî li dijî me derdiketin û digotin ku nabe Kurd hevûdin rexne bikin, divê Kurd di nava xwe de yekîtiyê saz bikin û bi hevre bilivin. Lê piştî kurtedemekê kesên ku rêveberiya partiyên wek PDKS û Azadî dikin, bi awayekî vekirî niha maf didin me ku bi PYDê re karekî hevpar nameşe.''
Siyamend Haco herwiha radigihîne ku li gor daîreya sûc ya almanî ew di lîsteya reş ya PKKê de ye û li ser vê yekê jî wiha dibêje: ''Eger em nikaribin li Ewropayê li hember kiryariyên PKKê derkevin, gelo wê çawa Kurdên li Sûriyê bikaribin dengê xwe derxînin. Ez ne di wê baweriyê de me ku PKK bikaribe demokratîze bibe û heta ku demokrasî li Kurdistana Sûriyê rûne emê têbikoşin.''
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse