11emîn Festîvala Şanoya Kurdî 9ê Îlonê dest pê dike
Sine (Rûdaw) – Yazdehemîn Festîvala Şanoya Kurdî dê vê hefteyê li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê dest pê bike. Hunermendên kurd jî dixwazin festîvala şanoya kurdî bibe beşek ji çalakiyên fermî yên Wezareta Kulturê ya Îranê.
Heta niha 10 caran festîvala şanoya kurdî li Rojhilatê Kurdistanê hatiye lidarxistin lê ji ber ku ev çalakiya hunerî-kulturî fermî nîne ti bûdceyek jê re nayê terxankirin.
11emîn festîvala şanoya kurdî jî dê bi vê tengasiyê ve ji roja 9ê Îlona îsal li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê dest pê bike.
Li gorî malpera mehrnewsê, di festîvala îsal de gellek berhemên şanoyê dê ji bajarên Sine, Merîwan, Seqiz, Bokan, Mehabad, Kirmaşan û Qoçana Xurasanê beşdar bibin û hevrikiyê bikin.
Derhênerê şanoya kurdî Elî Riza Îsmaîlî dibêje, bila festîvala şanoya kurdî bibe beşek ji çalakiyên fermî yên Wezareta Kulturê ya Îranê.
Îsmaîlî tîne ziman ku ji ber ku zêdebarî ewqas arîşe û tengasî heta niha 10 festîval bi awayekê serkeftî hatine lidarxistin lewma daxwaza wan ew e ku Wezareta kulturê êdî bala xwe bide wan û pişta wan bigire.
Li gorî wî derhênerê kurd, divê wezaret bûdceya pêwîst ji karên hunerî û kulturî yên festîvalê re terxan bike her wiha berhemên şanonivîsan çap bike bo ku bikaribin xwe pêş bixin.