Mirovê herî dirêj ê cîhanê li Çînê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Mirovê herî dirêj ê cîhanê Sultan Kosen ku kurdekî bajarê Mêrdînê yê bakûrê Kurdistanê ye, çû bajarê Şanghay yê Çînê û rastî eleqeyek mezin a xelkê bajêr hat.

Li gorî nûçeya ajansa CÎHAN a Tirkiyê, xortê kurd ê bi navê Sultan Kosen ku bi bejna xwe ya 2 metre û 51 santîman wek mirovê herî dirêj ê cîhanê di pirtûka rekoran a Gunissê de hatiye tomarkirin, di çarçoveya festîvala hunerî û xwarinên tirkî de çû bajarê Şanghay yê Çînê.

Sultan Kosen li bajêr ji aliyê bi sedan kes ve hat pêşwazîkirin û çiniyan bo girtina wêneyên Kosen ketibûn hevrikiyê.

Xelkê bajarê Şanghayê ji dîtina Sultan Kosen gelekî heyirîbûn û digotin, ev cara yekê ye mirovekî wiqas dirêj dibînin.

Sultan Kosen ku ji ber êşa nigê xwe bi gopalan digere, diyar kir ku mirovên Şanghayê hemû kin in û avahiyên bajêr jî hemû bilind in.

Kosen ragihand ku ew cara yekê bajarekî wiqas qerebalix dibîne û got, Şanghay ewqas mezin e ku dikare mirov daqurtîne.

Festîvala hunerî û xwarinên tirkî cara yekê li Çînê tê sazkirin û dê rojên 6,7,8 vê mehê were sazkirin.

Sultan Kosen sala 2011 wek mirovê herî dirêj ket pirtûka rekoran a Gunissê.

Kosen sala 1982an li bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye. 3 bira û xûşek wî heye lê bejna hemûyan normal e.

Li gorî raporên pijîşkî, ji ber ku hormona hîpofîz a Kosen têk çûye bejna wî bi awayekî bêkontrol dirêj bûye.

Niha bejna Sultan 2.51 metre ye, destên wî 27.5 cm û nigên wê jî 36.5 cm in.