Hewlêr (Rûdaw)- Koç û koçberî bûne beşek ji jiyana rojane ya kurdên Rojavayê Kurdistanê ku hejmareke zêde ji wan ji ber sedemên cuda cuda neçar dibin cih û warên xwe berdin û koçberî Ewropa û seranserê cîhanê bibin, bi armanca ku jiyaneke birûmet ji xwe û zarokên xwe re peyda bikin.
Helbestvan Rêwî ji gundê Girê Pirê yê devera Aliyan li Rojavayê Kurdistanê ku ev derd kişandiye, helbestek li ser derdê koçberiyê nivîsandiye û êş û azara koçberiyê aniye ziman.
Koçberî ne bi tenê dûrketin e. Koçberî axîn û nalîn e. Koçberî azar û nalîn e. Jiyan jî bi zehmetiya xwe tarî ye. Barê wê giran e. Riya wê bêdawî ye. Deryaya wê kûr e. Pêlên wê har in. Koçberî zor e. Birînên wê girs û hûr in.
Dil xemgîn û jar e. Hiş bêwar e. Can tî û şikestî dinale. Sitemî tim heye. Koletî pir heye. Xew bi şevan nîne. Girî û ahîn e. Hiş û hest rêwî ne. Li ser çûna welat bi hêvî ne. Welato evîna te dijwar e. Germbûna hembêza te bo mirovan parastin e. Welato ji dûrbûnê re qey çare tine?
Koçberî zincîrek ji hasin li milan şidya ye. Qamçiyek reş li piştan diriya ye. Hêviyek tengî çiriya ye. Werîsekî sêpê li stû girêda ye. Kengî bizîvirim mal. Berî li koçberiyê bibim kal. Bê xelk û bê dost û bê heval. Dixwazim bimrim li welat.
Dîroka min birîneke kûr e. Dirûtî ye bi kulan. Dîroka min nayê nivîsandin. Tenê wekî çîrokan tê gotin. Bela dibe û zû tê jibîrkirin. Li her welatî penaberiyeke min heye. Bi her koçberî re kuleke min heye.
Paşeroj li ber çavên min tarî bû. Helbesta min bi girî bû. Pênûsa min tî bû. Vî dilê biçûk disotîne. Vî canê birîndar disojîne. Bîranînan di çerxa xwe de dihejîne. Kevn û nû dizîvirîne. Biçûk im bi girî me.
Law im bêxwedî me. Dojeh e, riya beheştê lê nîne. Derdê koçberiyê çendî min diêşîne. Dixwazim birevim lê tu rê bo min nîne. Gula min bêbîn e. Ez bûme wek mîx, rih û rewa li min nîne. Ez mest im bê mey û bê meyger. Bi fîxan im dengê min tim ker. Tenê me bê ser û ber.
Koçber im. Rastî li ber min leylan e. Azadî zindan e. Bêrîkirin sotan e. Xwîn di birînê de reş e. Birîn di laş de geş e. Laş bê can dimeşe. Can ji westanê ranaweste. Koçberî zor e. Zincîrek ji hasin li min hawîrdor e. Bîranînan ez sotim. Derdan ez notim. Mirovan ez firotim. Paşeroj ji min kişandin. Tarî ji min re şandin. Hêsir di çavan de çandin. Hêvî ji min revandin.
Dixwazim vegerim welat. Hembêz bikim dayika xwe. Serê xwe deynim ser çoka wê. Guhdar bikim li dengê wê. Li ber hilma dilê wê, bişkînim sermaya canê xwe. Koçberî zor e. Keleha viyana min herifî û hate xwar. Hûr bû wek kêstekê li ber baranê. Bi bêrîkirinê hatim şewitandin. Ey jiyana bê bext. Ma ne bes e dûrketin. Ma ne bes e koçberî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse