Hewlêr (Rûdaw) – Romana Meha Hesen a bi navê “Metroya Helebê” ku bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin, ji aliyê lêkoler û wergêrê Kurd Xalid Cemîl Mihemed ve bo Kurdî hat wergerandin.
Sala 2016yna, romanivîsa Kurd a ji Efrînê, Meha Hesen romana Metroya Helebê (مترو حلب) bi Zimanê Erebî weşand, û navûdengekî mezin sitand ku gihişte lîsteyên dawî ji hin xelatên mezin li ser asta welatên Erebî. Niha jî, xwendevanê Kurd dikare vê romana Metroya Helebê bi zimanê Kurdî bixwîne, ew jî yek ji weşanên Weşanxaneya Ramîna ye, ku guhdaneke taybet dide berhemên nivîskarên Kurd, bi herdu zimanên Kurdî û Erebî.
Ev roman li ser destê lêkoler û wergêrê Kurd Xalid Cemîl Mihemed, di 300 rûpelê de, ji Zimanê Erebî hatiye wergerandin bo Zimanê Kurdî (Kurmancî).
Wegêrê vê romanê Xalid Cemîl Mihemed ji Rûdawê re behsa vê berhemê dike û dibêje: “Hezkirina min ji herdu zimanên Erebî û Kurdî, herwiha xwesteka dewlemendkirina pirtûkxaneya Kurdî bi berhemên astbilind, ji zimanên din, handana sereke bû li pey cîbicîkirina vê wergerê.”
Xalid Cemîl Mihemed got: “Veguhestina berhemên nivîskarên Kurd ku bi zimanên biyanî dahênê dikin, yek ji erkên pêşîne yên wergêran e, bi taybetî naskirî ye ku gelek nivîskarên navdar hene, bi zimanên din gihiştine asteke bilind û navûdengên wan heye, êdî ya baş ew e ku Kurd berhemên wan nivîskaran bi zimanê xwe bixwînin, bi taybetî hin kes ji wan nivîskaran fêrî Zimanê Kurdî nebûn, lê nivîsên wan li ser jiyan, dîrok, civak û mirovê Kurd in, êdî girîng e ew nivîs bi Kurdî jî bêne xwendin.”
![]()



