Li Sine navenda lêkolînê ya naskirina Kurdistanê hat vekirin
Sine (Rûdaw) – Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê û di bin çavdêriya Zanîngeha Azad a Îslamî ya bajêr de navendeke lêkolînê ji bona naskirina parêzgeha Sine (li nav xerîta Îranê de Kurdistan tê gotin) hat vekirin.
Piştî 3 salan, Zanîngeha Azad a Îslamî ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê daxwaza vekirina navendeke lêkolînê ya naskirina Kurdistanê qebûl kir û destûra vekirina wê navendê da. Navendê bi fermî dest bi karê xwe kir.
Li gorî agahiyan, ev navend dê heta salekî kar bike eger karên wê baş be û bikaribe di warê darayî de jî li ser piyên xwe bisekine wê demê dê bikaribe li ser kar û çalakiyên xwe berdewam be.
Çalakî û warên xebata navenda han, ku kesê bi navê Dr. Omîd Verzende wek serokê wê hatiye destnîşankirin, dê ziman, çand û wêjeya kurdî, karên hunerî û mîmarî, tûrîzm û karên destî, mîratên çandî, lêkolînên navdewletî û antropolojî be.
Alîkarê serokê zanîngeha azad a îslamî ya Sine di karên lêkolînê de da zanîn, vê gavê 300 kes endamên encumena zanistî ya zanîngehê ne û ev jî avantajek baş e ji bona navendê.
Navenda lêkolînê ya naskirina Kurdistanê dê komxebat, civîn û konferansên zanistî jî li nav û derveyî welêt li dar bixe.