MUNÎH - ‘Rojên Fîlmên Kurdî’ hat lidarxistin
Berlîn (Rûdaw) - Li bajarê Munîhê yê Almanyayê bernameyeke bi navê Rojên Fîlmên Kurdî hat lidarxistin.
Li ser torên civakî û di nava Kurdên li diyasporayê yên li Almanyayê de dengvedana wê pir bû.
Hêmin Ebdulla di bernameya Diyasporayê de mêvandariya Birêvebira Bernameya Rojên Fîlmên Kurdî ya Munîhê Mîhreban Salihê kir.
Bername bi hevkariya Pirtûkxaneya Giştî ya Munîhê û Şaredariya Munîhê hat lidarxistin.
Birêvebirê Bernameya Rojên Fîlmên Kurdî ya Munîhê Mîhreban Salihê li ser bernameyê got:
“Berhemên Rojên Fîlmên Kurdî ya Munîhê di 4 rojan de hatin nîşandan.
2 fîlm ên dirêj, 5 belgefîlm û 6 jî kurtefîlmên Kurdî bûn.
Ji bilî wan 6 fîlmên zarokan jî hatin nîşandan.”
Mîhreban Salihê li ser naveroka wan fîlm û belgefîlmên ku di Rojên Fîlmên Kurdî de hatin nîşandan amaje bi wê yekê kir ku wan berhemên ku pirsgirêka Kurd nîşan didin hilbijartine.
Mîhreban Salihê da zanîn ku mijarên wekî Enfalkirina Kurdan, Komkujiya Kurdên Êzidî û mijarên kolberên Rojhilatê Kurdistanê hatine nîşandan.
Belgefîlmeke taybet a li ser pirsgirêka zimanê dayîkê ya li Rojhilatê Kurdistanê bû.