Hunermend Şevger Mîrza koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Şevger Mîrza koça dawî kir û cenazeyê wî li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê hat veşartin.

Hunermendê Kurd Şevger Mîrza doh li nexweşxaneyeke bajarê Dihokê koça dawî kir û îro li bajarê Dêrikê hat veşartin.

Hunermend Şevger zêdeyî hefteyekê di nexweşxaneyê de dihat dermankirin.

Hunermendê Kurd rewşa wî ya tenduristî van demên dawiyê têk çûbû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin.

Lê ji ber giraniya nexweşiya xwe koça dawî kir.

Mirovên wî Cenazeyê wî doh bi rêya dergehê Pêşabûr ji Dihokê bir Dêrikê.

Hunermend Şevger Mîrza bi şêweyeke akademî nexwendiye lê kariye li gel piraniya hunermendên ji perçeyên din ên Kurdistanê kar bike.

Şevger Mîrza awaz û muzîk gelek hunermendên Kurd re daniye

Şevger Mîrza peyv û awazên xwe dane hunermendên wekî Şivan Perwer, Ebdulqahar Zaxoyî, Rêkêş Seyranî, Cemal Sedûn, Azad Fqe, Xebat Dihokî, Emîn Nadir, Nîhad Yûsif û geleke din.

Hunermend Şevger Mîrza sala 1963yan li bajarê Dêrikê ji dayîk bûye.

Ji malbateke niştîmanperwer e, xwedan berhemeke hunerî û folklorî ya zengîn bû.

Piştî destpêka krîza li Sûriyeyê koçî Herêma Kurdistanê kiribû.