‘Eyşa Şan û Meryem Xan îdolên me ne’

07-07-2013
A+ A-

Koln (Rûdaw) - Hunermend Sakîna di sala 1973yê de li navçeya Gimgimê (Varto) ya ser bi Mûşê hate dinyayê. Sakîna di nav malbateke elewî de mezin bûye û ji nêz ve bi mûzîkê re têkîldar bû. Sakîna di 1991ê de di nav Koma Mezrabotan de wekî vokalîst stran gotine. Piştî ku wê demekê navbar dabû karên xwe yên muzîkê, Sakîna ji bo fîlmê bi navê Bêrîtan strana “Bêrîtanê” amade kir û bi vê stranê dîsa vegeriya jiyana xwe ya mûzîkê.

Piştî ku Sakîna di 2006ê de derket Ewropayê, wê digel Orkestraya navnetewî ya Viyenayê (VIO) gellek konsert dan. Herwiha ev çend sal in ku Sakîna digel komeke şanoyê ya kûçeyan a împrovîze bi nivîsar û stranên xwe hunera xwe pêşkêş dike. Hunermenda kurd di bihara 2011ê de komeke bi navê TRİO MARA ku ji sê jinan pêk tê damezirand. Trio Mara stranên klasîk ên kurdî û stranên jinan bi piyano û kemanê pêşkêş dike û herwiha formên kelepûrî bi formên nûjen digihîne hev.


Hunermenda ku li welatên Ewropayê yên wekî Almanya, Awisturya, Holenda û Frensayê gellek konser dan, wekî din digel hunermend Mehmet Akbaş li çendîn bajar û welatan konserên hevbeş dan. Sakîna di destpêka 2012ê de bi yekemîn albûma xwe ya bi navê ROYÊ Mİ derket pêşberî guhdarên xwe. Em bi hunermend Sakîna re li ser xebata wê axivîn.

Rûdaw: Hûn dikarin behsa xebatên koma TRİO MARA bikin? Çima tenê jin? Hûn muzîkeke çawa çêdikin?

 

Sakîna: Ji mêj ve projeyek û xeyalek min hebû ku komeke muzîkê ya ji jinan pêk tê damezrînim. Ji xwe Nûrê û Nazê mirovên hevi n. Min ji wan re pêşnîyazek bir û wan jî qebûl kirin. Bi wî awayî projeyê destpêkir.

  
“Trio” bi latini tê wateya sê. Peyva “Mara” jî me bi taybetî hilbijart. Mara bi zaravayê kirmanckî ango bi zazakî tê wateya "ji me". Ev peyv herwiha tê wateya dayîkê. Di erebî de jî wateya Mara jin e, di ermenkî de jî dayîk e. Ji ber ku di gelek zimanên herêma me de tê wateya jin û dayikê, me ew hilbijart. Di projeya Trio Mara de Nûrê Dilovan li kemanê dixe, Nazê Îşxan li piyanoyê dixe û ez jî vokalîst im. 

Dengbêjên weke Eyşa Şan û Meryem Xanê gellekî bi wate ne

 

Naveroka muzîka Trio Mara klasîka kurdî û gelêrî ye. Bingeha muzîka kurdî ya gelêrî diparêze û bi vêya têr nabe, harmoniyekê ligel muzîka gerdûnî û ya nûjen çêdike. Di repertûara me de stranên muzîka klasîk ya kurdî ku ti carî kevin nabin hene. Bi taybetî Nazê Îşxan wan ji nû ve aranje dike. Ligel stranên kurdî em cîh didin stranên bi zimanê din jî, di konserên xwe de em hinek mînakan ji zimanên din jî pêşkêş dikin. 


Li welatê ku em jê tên, li Kurdistanê, êş, şer û berxwedan qet kêm nebûne. Em weke sê jin hewl didin bûyerên ku li erdnîgariya Kurdistanê rûdane bînin zimên. Gellek hunermendên jin yên ku dengbêjî dikirin ji ber nêrîna civaka mêrane û hinek kevneşopî û baweriyên olî rastî gellek zehmetiyan hatin. Ligel gellek zehmetî û astengiyan helwesta dengbêjên weke Eyşa Şan û Meryem Xanê gellekî bi wate bû. Em wê mîrasa bi wate dixwazin ji xwe re bikin bingeh. Em wek sê jinên kurd dixwazin di rêwîtiya xwe ya hunerê de trajediya jinên axa xwe, evîn û êşên wan bi newa û stranên wan bînin ser zimên.

Divê mirov hinek klîpên niha tên dirûstkirin rexne bike

Di klîpên xwe de hûn dîmenên dokumenter jî bikartînin, sedema vê yekê çi ye?

 

Klîp ji bo balkişandina guhdarvanan bo ser stranê tiştekî gellekî girîng e. Ji ber ku xîtabî çavê guhdarvanan jî dike. Mixabin di roja me ya îro de hinek klîpên muzîka kurdî yên ku tên weşandin di gellek xalan de divê mirov wan rexne bike. Mirov ji guhertina kinc û şiklê kesê stranan dibêje, nikare stranê bişopîne. Li hemberî xebatên wiha rexneyên min hêne. Ji ber vê jî naxwazim bikevim xefka populîzmê. Armanca min ne ew e ku bi klîpan xwe derxînim pêş. Li gor nêrîna min her stranek xwediyê çîrokeke taybet e û peyameke xwe heye. Divê mirov bi klîpan wan peyaman bide. Ji xwe derfetên min yê aborî nînin ku ez bi pereyên mezin klîpan çêkim. Ji ber vê jî hîn bêhtir ji performansên xwe yên zindî vîdyoyan parve dikim û hinek dîmenên dokumenter jî bikartînim.

 

Hûn van rojan bi navê “SAKINA & ANADOLU QUARTET - Mesopotamian Sounds - Ethno meets Classical” konsertan didin. Hûn dikarin behsa vê projeyê bikin?

 

Ev rêzekonsert wek proje di Nîsana îsal de pêşket. Planek demdirêj nebû. Me bi tomarkirina du stranan destpêkir û me xwe di nava amadekirina konsertan de dît.  Ev proje ji bo min ji çend aliyan ve balkêş bû. Her çar hunermendên Anadolu Quartet jî Tirk bûn. Lê têkîliya wan bi taybetî bi muzîka kurdî û bi muzîkên gelen din yên Anatolyayê re jî pirr xurt bû. Ev tablo li Tirkiyeyê zû bi zû mirov nikarîbû bibîne.

 

Em dixwazin payîzê anjî zivistana pêş me rêzekonsertên din jî lidarbixin

 

Endamekî vê komê li Dersîmê dijî. Du endam jî amadekariyan dikin ku herin li Dersîmê bijîn. Sedem tenê ev e ku ew wê xapandina ku siyaseta dewleta dagirker pêşxist rexne dikin û dixwazin li ser wê axê rastiyan bişopînin. Berê wan bi hunermendên weke Tara Caf û Mehmet Atli re jî xebatên konsertan kiribûn. Lê li Ewropayê cara yekemîn bi van rêzekonsertan xwe dan nasîn. Li Bielefeld, Köln, Frankfurt û Berlinê me çar konsert dan. Wek ji navê projeyê tê fêmkirin, em muzîka gelerî ya gelên Anatolyayê bi enstrûmanên rojavayî yên klasîk tînin cem hev û sentezekê çêdikin. Repertuara projeyê bi pirranî kurmancî û kirmanckî (zazakî) ye. Lê em bi zimanê ermenkî, tirkî û yewnanî jî distirên. Heman demê de endamên komê ji Behra Reş tên, ji ber wê jî ji wê herêmê jî stranan dibêjin. Bi rastî guhdarvanan zêde rexneyên erênî kirin. Em dixwazin payîzê anjî zivistana pêş me rêzekonsertên din jî lidarbixin.


 

We demekê bi profesyonelî sîyaset jî kir, we çawa karê hûnerî û sîyaset bi hevre dikir?

 

Beriya ku ez karên sîyasî bikim, ez xebatkareke Navenda Çanda Mezopotamya li Stembolê bûm. Min beriya siyasetê karê hunera kurdî dikir. Lê destpêka salên 90î li Kurdistanê şer û serhildana gel zêde pêşketibû û min têr nedidît ku karê hunerê tenê bikim. Ji ber vê jî min berê xwe da karên siyasî û qadên din ê têkoşînê. Bi meşandina karên siyasî ên profesyonel, têkîliya min bi hunerê re lawaz bû. Hin caran wexta em bi hevalan re dihatin cem hev, ango hinek çalakiyên çandî dikir, min çend stran digotin. Lê ev kar ji bo min li paş bû. Min ji xwe re hertim stran digotin. Lê ji ber ku derfetên teknîkî nebûn, min heşt salan qet muzîk guhdar nekir. Agahiya min ji pêşketinên muzîkê qet nebû. Bi kurtî min karê hunerî nedikir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst