Deşnê zarokên penaberan fêrî kurdî û îngilîzî dike
Hewlêr (Rûdaw)- Sitranbêja kurd Deşnê Murad ragihand ku ew li kampên penaberan pirtûkxaneyan vedike û zarokên penaber û koçberan fêrî zimanê kurdî (soranî) û îngilîzî dike.
Deşnê Murad piştî dûrketina ji ekranan bo demeke dirêj, îro tevlî bernameya Nû Roj a televîzyona Rûdawê bû û behsa jiyana xwe dema ku ew koçber bû û pêşkêşkirina alîkariyan bo penaberan kir.
Wê stranbêja kurd wiha got: "Min bi xwe jî koçberî dîtiye, dema ez zarok bûm em koçber bûn û bi balafirê xwarin ji me re davêtin."
Deşnê wiha domand: "Niha ez ligel rêxistinekê pirtûkxaneyekê biçûk li kampekê vedikim, ew jî bo zarokên wan fêrî zimanê îngilîzî û kurdî bibin. Ez soz didim ku, eger rê ji min re vekirî bimîne, ezê di di nava mehekê de li hemû kampan bi vî karî rabim."
Deşnê Murad wiha got: "Bi teybetî penaberên Rojavayê Kurdistanê pir bi germî pêşwazî li min kirin, tevî ku ew di wê nexweşiyê de ne, lê dîsa bi dilxweşî pêşwazî li min kirin."