Xezîneyeke winda ya edebiyata Kurdî: Terenumên Kurdî hat weşandin
Hewlêr (Rûdaw) - Berhemeke yekta û dîrokî ya wêjeya Kurdî ya Mesîhiyan a bi nav Terenumên Kurdî - Îlahiyên Dêran ji Bêndera Mesîhiyan hat weşandin.
Pirtûk, ji destxeteke sedsala 19an a Keşe Muelim Melkî yê Qilitî hatiye amadekirin û tê de 120 terenum (kilam - terane) dia û îlahiyên ku bi zimanekî Kurdî yê edebî hatine nivîsandin cih digirin.
Ev berhema ku wekî xezîneyeke veşartî ya wêjeya Kurdî tê pênasekirin, ji aliyê lêkoler Mela Birhanê Tarînî ve hatiye keşifkirin û ji bo çapê hatiye amadekirin.
Tarînî ji Rûdawê re bal kişand ser yektabûna berhemê û got, "Nimûneyên vê esera yekta di edebiyata Kurdî de hetanî niha tunebûn.
Yên Erebî, Suryanî, Ermenî, Îngilîzî û Latînî li nav Xiristiyanan meşhûr bûn lê ev cara yekem e berhemeke bi vî rengî ya Kurdî derdikeve holê."
Naveroka pirtûkê
"Terenumên Kurdî" ji 120 îlahî û duayan pêk tê ku Keşe Muelim Melkî bi zimanekî edebî yê menzûm û bi wezîn û qafiyeyeke rêkûpêk hûnandiye.
Di nav serenavên balkêş ên pirtûkê de mijarên wekî lavakirina Xwedê, pesnê Mesîh-Îsa, guneh, axret, exlaq, şivanê qenc, weten û Orşelîm (Quds) hene.
Ev berhem, beriya "Lawija Mor Basilyûs Şemûn" li herêma Tor-Abidînê, li gundê Qilitê ku sê mezhebên Mesîhî (Katolîk, Protestan û Ortodoks) lê dijiyan, derketiye meydana edebiyatê.
Derbarê nivîskar Keşe Muelim Melkî de
Muelim Melkî li gundê Qilitê yê Mêrdînê ji dayik bûye û ji malbata Bêt Fetrosan e. Heta salên 1910an li Midyadê ji bo malbata Bêt Hurmuz keşetî kiriye. Ji Mêrdînê derbasî Beyrûta paytexta Libnanê bûye û her Beyrûtê koça dawî kiriye.
Keşe Muelim bi zimanên Erebî, Kurdî, Suryanî û Tirkî baş dizanibû. Lêkolînên Mela Birhan Tarînî yên li ser jiyana Muelim Melkî berdewam dikin.
Banga li Malbata Keşe Melkî
Amadekarê pirtûkê M. Birhanê Tarînî bangî malbat û neviyên Keşe Muelim Melkî kir û xwest ku ji bo agahiyên berfirehtir bi wî re bikevin nava têkiliyê.
Mela Birhanê Tarînî kî ye?
Lêkoler û nivîskar Mela Birhanê Tarînî yê ku perwerdeya xwe di medreseyan de qedandiye.Piştre, ji xeynî dibistana seretayî, hemû qonaxên din ên xwendinê ji derve xwendiye û du dîplomayên lîsans jî bi dest xistine.
Her wiha, bi keşifkirin û weşandina gelek berhemên winda yên klasîk ên Kurdî tê naskirin û wî herî dawî jî pirtûka "Terenumên Kurdî" pêşkêşî xwîneran kir.
Yek ji xebatên wî yên destpêkê ku balê dikişîne, pirtûka wî ya bi navê “Xutbeya Mînberî” ye.
Hîn mijara xutbeya înê ya bi Kurdî neketibû rojevê, wî ev pirtûk amade kir û hem bi alfabeya Erebî hem jî bi ya Latînî çap kir.
Vejandina berhemên dînî û wêjeyî
Tarînî di warê vejandina berhemên kevn ên Kurdî de xwedî kedeke mezin e û berhemên wî wisa ne:
Tecwîda Kurdî: Wî berhema windabûyî ya Mela Xelîlê Sêrtî ya li ser tecwîdê amade kir û çap kir. Her wiha, ji bo zarokên Kurd, berhemeke din a tecwîdê ya Seydayê Licêyî jî xiste nav qada wêjeya Kurdî.
Dîwana Şêx Evdilqadirê Hezanî: Dîwana vî alim û şexsiyetê navdar a ku nedihat zanîn, ji aliyê Tarînî ve bi derfetên wî yên şexsî hat çapkirin.
Sîmatnameya Şêx Mihyedîn: Tarînî bi navê "Dî Lîteratura Kurdî Sîmatname an Sîmatîye" ya Şêx Mihyedîn keşif kir û derxist ronahiyê ku ev berhem bi emsalên xwe yên cîhanî re tê berawirdkirin.
Medreseyan Kurdistanê: Mela Birhanê Tarînî pirtûkek li ser medreseyan nivîsand ku ji bo gelek tezên master û doktorayê û ji bo rewşenbîran bû çavkaniyeke girîng.
Her wiha, ew li ser şopa xebata akademîsyen Prof. Dr. Kadrî Yildirim a li ser "Tibba Erwasî" jî çûye û li gorî şecere û agahiyên malbatê, ew berhem gihandiye heta sedsala 18an.
Herî dawî, Mela Birhanê Tarînî bi weşandina "Terenumên Kurdî" berhemeke din a winda li xezîneya wêjeya Kurdî zêde kir û xebatên xwe yên di vî warî de didomîne.