Leyla dixwaze bi navê Kurdistanê bibe şaciwan

07-10-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Keçek kurd ji Rojhilatê Kurdistanê bi navê Leyla Çupanî, di festival hilbijartina şaciwana “Miss Grand International” li welatê Tayland de beşdar bûye.

Leyla Çopanî ya 23 salî, ji bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê ye û niha li welatê Swêdê dimîne û li Dubei karê faşyonê dike.

Wê keça kurd ji Rûdawê re ragihand: “Ez bi navê kurdistanê di vê merasimê de beşdar bûme.”

Merasima hilbijartina şaciwana Miss Grand International salane li welatê Tayland birêve diçe. Par jî keçekî kurd bi navê Daliya Hesen tê de beşdar bû, lê ti nasnavek bi dest neanî, lê niha Leyla Çupanî di nava 20 keçên dawî de ye.

Îsal keçên welatên: Îsraîl, Tayland, Spaniya, Flipîn, Brîtanya, Fransa, Amerîka, Kurdistan û gelek welatên din jî tê de beşdar in.







































Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst