Bahoz Baran bi pey şopa 1001 peyvên kêmnas ket

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û zimannas Bahoz Baranê ku bi nêçîrvaniya xwe ya peyvan jî tê naskirin, di berhema xwe ya nû de cih da hezar û yek peyvên ku kêm tên zanîn.

Bahoz Baranê ku di nava wêjeya Kurdî de li gel karê xwe yê wêjeyî bi ked û xîreta xwe ya li ser ziman jî tê naskirin, bi berhemeke nû derkete pêşberî xwêneran.

Bahoz Baran vê carê dest bi nêçîrvaniya wan peyvan kiriye ku di talde û xebroşkên dîwanên berê de veşartî mane yan jî aliqîne.

Wî di encama xebateke demdirêj de hezar û yek (1001) bêjeyên Kurdiya Kurmancî yên ku kêm tên nasîn di vê pirtûka xwe de bi cih kirine.

Her peyvek bi hostetiyeke mezin hatiye lêkolînkirin û ji xwêneran re hatiye şîrovekirin.

Peyvên ku di nava jiyana Kurdewar de gelekî xwedî wate ne û bi şikestina jiyana Kurdewar re şikest xwariye, di vê berhemê de careke din zindî dibin.

Di vê pirtûkê da 1001 peyvên kêmnas ên Kurdiya Kurmancî hene.

Gelek ji wan neketine ferhengan û li ser zar û zimanan mane. 

Bahoz Baran ew bi keda salan yek bi yek berhev kirine, bi dû şopa manayên wan ketiye, pirsiye û her peyv piştrast kiriye.

Wî ev peyv tevî hûrgilîyên wan pênase kirine û ji bo ev peyv baştir bên famkirin, tevî zayend û cureyên wan ji her peyvê du heb hevokên mînak dane.

Pirtûk ji aliyê Weşanên Wardozê ve hatiye çapkirin û niha li ber destên Kurdîhezan e.

Hinek peyvên ku di pirtûkê de cih digirin ev in:

Aberî, bavgoriz, çûnxweş, darweş, eybdar, fîtoz, gîma, herdimcan, kandew, lorgoz, mûmar, nawis, oberî, pêgog, qefî, rastemal, singal, şûnbaran, tabwinda, vata, werzeba, xone, zimankus.