Yelda Ebasî hate berdan
Stenbol (Rûdaw) - Hunermenda Kurd Yelda Ebasî ku li balafirxaneya Stenbolê hatibû girtin, îro danê nîvro hate berdan.
Hunermenda navdar a Kurd a ji herêma Xurasan a Îranê, Yelda Ebasî duh êvara pêncşembiyê 6ê Kanûna 2018 li balafirxaneya Ataturk a Stenbolê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatibû girtin.
Yelda Ebasî piştî ku şevekê di destê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de girtî bû, îro danê nîvro hate berdan.
Piştî belavbûna zanyariyên di derbarê girtina Yelda Ebasî de, tîma Rûdawê li Stenbolê hewl da rewşa wê bişopîne.
Peyamnêrê Rûdawê li Stenbolê, Rawîn Stêrk piştî ku hunermenda Kurd a ji herêma Xurasan a Îranê li Stenbolê hate berdan, daxuyanî ji dayika wê û parêzera wê wergirt.
Dayika Yelda Ebasî, Fatime Ismaîliyan derbarê sedema girtina keça xwe de ji Rûdawê re ragihand, ku keça wê li ser stranên Kurdî û pirsa Efrînê bi taybetî, hatibû girtin.
Dayika Yelda Ebasî herwiha got, Yelda îro bi hewldanên parêzeran hate azadkirin.
Herwiha parêzera hunermenda Kurd Yelda Ebasî jî ragihand, ku Yelda li ser stranên xwe hatibû girtin û tometa wê jî ew bû ku propagendaya terorê kiriye, lewma hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê îfadeya wê wergirtine û got dê doza wê li dadgehê berdewam be.
Peyamnêrê Rûdawê yê li Stenbolê, Rawîn Stêrk diyar kir, hunermenda Kurd Leyla Ebasî ji bo ku beşdarî merasîma 27mîn salvegera damezrandina Navenda Kultur a Mezopotamyayê bibe, serdana Tirkiyê kiribû û hatibû Stenbolê.
Yelda Ebasî hunermendeka navdar a Kurd ji herêma Xurasanê ya Îranê ye.
Yelda Ebasî li bajarê Şêrwan a parêzgeha Xurasana Bakur ji dayik bûye û 31 salî ye. Yelda Ebasî ji temenê 12 saliyê dest bi mûzîk û stranbêjiyê kiriye.
Hunermenda Kurd, Yelda Ebasî di sala 2010 de yekemîn albuma xwe ya bi navê Kuwat derxist û piştre albumeke din bi navê Hesret jî xiste bazarê.
Strana Lê Yarê ya Yelda Ebasî gelek navdar e.
Li Herêma Xurasanê û bi taybet li her du parêzgehên Xurasana Bakur û Xurasana Rezewî zêdetirî 2.5 milyon Kurdên Kurmanc dijîn, ku piraniya wan di serdema Sefewiyan de bi zorê ji parêzgeha Urmiyê bo herêma Xurasanê hatine veguhastin.