Şerîfo vê carê ji bo yekîtiya Kurdan xwand!

Hewlêr (Rûdaw) - Rapvanê navdarê kurd Şerîf Omerî (Şerîfo) û Azado Xelîla vîdeo kilîpeke bi navê “Em Kurd in, Em Yek in” çêkir.

 

Şerîf Omerî ji Rûdawê re ragihand: “Me kilîpa nû ji bo piştgiriya serhildana Bakurê Kurdistanê çêkir ”

 

Rapvanê ji Rojavayê Kurdistanê Omerî da zanîn ku, “Gelek kes bi meqam û pere re mijûl dibin. Ez ne li dijî vê yekê me, lê niha ne wexta wê yekê ye. Divê em ji aliyê siyasî, aborî û çandî ve xwe pêşbixin.”

 

Şerîfo kilîpa xwe yê nû diyariyê Rûdawê kir û got: “Ez kilîpa xwe ya nû ji Tora Medyayî ya Rûdawê re dikim diyarî, ku her tim rastiya pêşkêşî xelkê dike.”

 

Şerîfo xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û li bajarê Qamişlo dijî.