Galeriya wêneyan

08-01-2024
27 Photos

81emîn Xelatên Golden Globesê ku girîngiyê dide warê sînema û fîlman hatin belavkirin.

Fîlma Oppenheimerê ku li ser çêkirina bombeya atomê ye di 81emîn Golden Globesê de herî zêde xelat wergirtin.

Stêrkên ji çar aliyê cîhanê bi kelecan beşdarî festîvala ku li Beverly Hillsa Californiayê hatin belavkirin bûn.

Golden Globes li cîhanê di warê fîlman de piştî Oscar û Grammyê merasîma xelatan a herî mezin e.

Fîlma Barbieyê ku havîna borî serkeftinek mezin bi dest xist û zêdetirî milyarek dolar qezenc kir, tenê du xelatên Golden Globesê bi dest xistin.

Fîlam Oppenheimerê jî xelatên Dramaya Herî Baş, Derhênerê Herî Baş, Muzîka Herî Baş, Lîstikvanê Herî Baş û Lîstikvanê Herî Baş ê Duyem wergirtin.

Oppenheimer behsa jiyana zanayê berpirs ê Rêveberiya Lêkolînên Bombeya Atomê ya Amerîkayê dike ku Cillian Murphy lîstikvanê sereke bû.

Bi pêşbirkê de fîlma POOR THINGSê xelata komediya herî baş û xelata fîlma herî baş a biyanî (ne Îngilîzî) jî fîlma Fransî Anatomy of a Fall wergirt.