Semîr Ebdullah bi 2 klîpên nû tê

08-04-2013
RÛDAW
A+ A-

Armanc Egîd Nêrwehî


Koln (Rûdaw) - Hunermend Semîr Ebdulah yê ji bo beşdarî pîrozbahiyên cejna Newrozê hatibû Almanya, ji Rûdawê re diyar kir ku wê du klîpan dirûst bike.

Semîr Ebdulah ji Rûdawê re behsa hatina xwe ya Ewrûpa kir û wiha got:  "Ez bi fermî ji bo beşdarî ahengên serê sala kurdî bibim hatibûm vexwendin. Min serdana welatên Holenda, Belcîka û Îtalya kir û min hinek şahî gêrandin.”

Semîr Ebdullah cara yekemîne tê Ewrûpayê û revenda kurd dibîne. Semîr di vê derbarê de wiha got: “Cara yekeme têm Ewrûpa. Min revenda kurd bi cil û bergên kurdî di rewşeke herî baş de dît. Min xerîbiya welat nekir.” Semîr Ebdullah wiha pêdeçû: “Li vê derê kurd hene, lê Kurdistan nîne. Hesta neteweyî pir bihêze, kurd nêzî hevin û bi berdewamî serkeftinê ji wan re dixwazim.”

Semîr Ebdullah derbarê karên hunerî de jî wiha got: “Min bi alîkariya şoreşvan Sedîq Şero li bajêrê Kölnê dîmenê 2 klîpan kêşand  û wê di demekî nêzîk de derbikevin.”

Li ser stranên li Kölnê dîmenê wan hatî kişandin jî Semîr wiha got: “Straneke bi zaraveyê Soranî ya bi navê ‘Dûr nabînim’ û koktêleke ‘Lê lê û nayê nayê’ ye.”

Hunermend Semîr Ebdulah xwediyê 3 berhemên bi navên ‘Şeva Dirêj, Naçî ji bîra min û Bese Dilo’ ye. Berhema çaremîn a Semîr Ebdullah di rê de ye û 10 stranên bi zaraveyê Soranî û Kurmancî di nav de hene.

Semîr Ebdullah ji gundê Navişkê yê girêdayî bajarê Dihok ê başurê Kurdistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst