Şanoya Kergedanan- Pûçiya mirovê modern li cem Eugêne Ionesco
Şanoya Kergedanan berhema herî navdar û giring a nûserê fransî Eugêne Ionesco (Yûjîn Yonêsko) ye û li ser şanoya pûçiyê tê hesêbkirin. Şanoyên bi vî rengî li jêr bandora rêbaza hebûnîtî “egzîstentyalîzmê” hatine nivîsandin û behsa babetên mirin, pûçî, bêwateyiya jiyanê û gunehkarî û …htd dikin.
Xala giring a vî cûreyê şanoyan nîşandana wateya pûçî û belavbûna bêhûdeyiyê di nav xelkê de ye. Şanoya Kergedanan behsa nemana reseniyê di dinyaya modern de dike û valabûna jiyanê ji wateyê wek encama vê rêbazê dibîne.
Wergerana bedewî û nermiya mirovan bo kirêtî û sextiyê, rewşeke wiha ye ku her roj di dinyayê de bo hezaran mirov dirust dibe; ew mirovên ku li jêr bandora îdeolojiya yan ji ber rûbirûbûna bi rewşa dijwar û nexweş a jiyana vê heyamê re, exlaq û xisletên xwe yên mirovane ji dest didin û dibin mirovên herî kirêt.
Şanoya Kergedanan çîroka jiyana çend kesan e ku hino hino reseniya xwe di jiyana xwe ya rojane de ji dest didin. Mirovên ku noqî karê pîşesazî û îdeolojiya û çêj û hewesên xwe dibin, nasname û hebûna xwe li pişt maskeyan winda dikin û hewl didin nasnameyeke nû ji xwe re biafirînin.
Ev çîrok behsa rewş û jiyana mirovên vê heyamê dike ku îrade, rêxistin û desthilat sê hêzên mezin yên dinyaya modern in û destên xwe danîne ser hest û nestên wan mirovan. Ev her sê hêz dikevin dewsa evîn, hest û reseniya wan mirovan û bi her hawî bandorê li ser wan dikin. Çîroka kergedanan behsa rûniştvanên bajarekî dike ku dibin kergedan û ev guherîn pêşî ji karmendên şîrketeke biçûk dest pê dike.
Çend karmendên ku her yek ji wan bi xwestek û arezûyên xwe yên cuda dikare bibe mînaka cudahiya mirovan di nav civakê de. Tevlîheviya mirovên çîrokê, tevlîheviya civakê nîşan dide ku di her tiştî de reng û hebûna wateyê nemaye û mirov bêyî sedem mirovatiya xwe li şûn xwe dihêlin û dibin kergedan.
Yekemîn kes ku dibe kergedan Bœuf e. Wek ku nûser xwestibe bi qest kesayetiya efsaneyî ya Anglo-Saxon “Beowulf” bîne bîra me. Beowulf qehreman bû û bûnewerên hov dikuşt da mirov bikarin di aramiyê de bijîn. Ionesco xwestiye qirbûn û nemana mirovatiya me di nav dîrokê de ji mirovê bilind bo heywanekî pûç nîşan bide. Wek çawa Bœuf dibe kergedan.
Ionesco ev şano di demekê de nivîsand ku hîn bîranîn û bobelatên şerê cîhanê yê duyem ji bîra xelkê neçûbûn. Ionesco behsa wan bûyeran dike. Bobelatên navbera du şerên cîhanî ne tenê qirkirina 60 milyon mirovî bû, lê jê giringtir û xirabtir sîstematîzekirina şîdet, bêrehmî û hovîtiyê bû. Hannah Arendt di pirtûka “Eichmann Li Jerusalemê” de vê yekê mîna “Nezanî şer e” binav dike.
Hannah Arendt di wê baweriyê de bû ku tawanên herî bixof ji hêla wan kesan tên kirin ku nabe nola kesên nexweş û neasayî bên dîtin, lê dikarin wek mirovên pirr normal û asayî bên wesfkirin.
Hannah Arendt amaje dide Eichmann, ew efserê Nazîst ku bi hezaran mirov di nav êtûnên agir de şewitand. Hannah Arendt dibêje, Eichmann ne nexweşekî derûnî, lê kesekî asayî bû. Ev karesata wan îdeolojiyan e ku dikarin ji mirovên sade û normal hovtirîn mirovên dîrokê berhem bînin.
Şerê cîhanê yê duyem ne tenê mirov dan qirkirin, lê bêrehmî û şîdet kir tiştekî asayî. Lewma îro bi bihîstina ti karesatekê laşên me nalerizin. Bi vî rengî, bi milyonan mirovên ku di êtûnên agir yên Nazîstan de şewitîn, bi milyonan jin û zarokên ku di nav şeran de bûne qurbanî, şîdeta komên radîkal û îdeolojîk ku em her roj karên wan yên tirsnak dibihîzin, hemû bû tiştekî sade û bi hêsanî di ser me re derbas dibe, tew eger behsa wan bê kirin, em dixwazin mijarê biguherin û behsa tiştekî din bikin!.
Dinya niha bi rêya torên civakî û pêwendiyan bûye meydaneke mezin ya nîşandanê ku êdî nîşandana rastiyên wê ne karesat e, lê nîşandan bi xwe bûye rastî, rastiyeke trajedî û kirêt. Torên civakî û medyayê hiştine em bawer bikin ku her tişt nimayiş e û kêm zêde rastî bandorê li me nake.
Di Şanoya Kergedanan de, mirov dibin kergedan, çermê wan stûr dibe û qiloçên wan şîn tên. Dengê wan nexweş dibe û hestên xwe yên nazik ji dest didin û dibin bûnewerên hov û tiştekî ji bilî şîdetê nizanin. Karvedana mirovan cuda dibe li hember wê yekê ka bibin kergedan an na. Lê piştre hemû digihin wê baweriyê ku tiştekî normal e bibin kergedan û baştir e da ne tenê bin, hemû bibin kergedan.
Lê kesekî tenê nabe kergedan ku navê wî Berenger e. Mejiyê Berenger jê re dibêje, da ku tenê nemîne û bikare fena wan bijî, bibe kergedan. Lê Berenger qebûl nake û xwe radest nake û nikare wek yên din be û di dawî de jî ew tena kes dibe ku wek mirov dimîne û dibêje dixwazim heta dawî mirov bim û wek mirov bimînim.
Ionesco ji me re dibêje, da ku em bikarin li hember vê xirabî û kirêtiyê rawestin û li dijî wê derkevin, divê ev rewşa ku em tê de wer bûne û wiha texmîn dikin rastî ye, baweriyê pê nekin û lê mikur neyên û li hember nezaniya xirab rawestin û pê bawer nekin. Kesayetiya Berenger ji destpêkê ve, kesayetiyeke xerîb û ji civakê qewitandî ye. Di dawî de jî wek take kes dimîne ku prensîbên mirovbûnê diparêze.
Li hember Berenger ku mirovê bawerî û prensîbên humanîst e, kesayetiya Hanz berovajî Berenger e. Hanz mînaka mirovê durû ye, kesekî bê şiyan û talênt e lê xwe ji xelkê çêtir dibîne.
Dijûnan ji Berenger re dibêje çimkî meyê vedixwe, lê perdaxa şerabê jê distîne û dinoşe. Şîretan lê dike da here şanoyê, lê hedana wî nayê pê re here. Ew tenê qalika tiştan dibîne, lewma dema xelk hemû dibin kergedan, ti kêşeyê nabîne ku ew jî wek xelkê bibe kergedan.
Xwendina vê şanoyê bi gellek terhan hatiye kirin. Tevî ku gellek kes wê bi heyama dagîrkirina Fransayê ji hêla Nazîstan ve girêdidin, lê em dikarin wek nîşanekê li ser hemû civakan lê binihêrin ku mirovên wê dikarin bilez bibin artêşek ji heywan û ajelan.
Lê Ionesco di vê şanoyê û şanoyên xwe yên din de jî bi tundî li dijî wê yekê derketiye ku mirov derewan li xwe bike. Sosret e ku ew pêşî li dijî şanoyê bi xwe jî bû. Carekê dema behsa xortaniya xwe dike, dibêje: “Min her tişt dikir, min dixwend, min guhdariya muzîkê dikir, diçûm sînemayê, lê nêzîkî şanoyê nedibûm.” Ionesco şano jî wek dereweke ku qet nikare rastiya jiyanê nîşan bide didît.