Dusseldorf (Rûdaw) - Festîvala 4emîn a Huner û Çanda Kurdî ya Berlînê hat lidarxistin.
Li Berlîna paytexta Almanyayê li cihê ku ji bilî diyasporayeke mezin a Kurd lê dijî, van salên dawî li avahiyeke kevin û navendeke çandî ye û bi navê "Villa Olme" tê naskirin, Festîvala Huner û Çanda Kurdî hat lidarxistin.
Festîvaleke ku salane ciwanên Kurdistanî û Almanî dest bi dest ji hemû bajaran ji bo wê tên û ji bilî mijarên cidî karên xwe yên hunerî pêşkêş dikin, karên xwe didin nasîn, xwarinên Kurdî çêdikin û kom jî dest di nav dest de heta çokan westiyayî dibin û eniyên wan di xwêdanê de şil dibin, li ber dengê stran û muzîka Kurdî şahiyê dikin.
Her yek ji Serokê Festîvala Huner û Çanda Kurdî Maksîm Îsa û Rêvebera Giştî ya Komeleya Yekmalê Gunay Darici bûn mêvanên bernameya Diyasporayê û wan qala festîvalê kir.
Festîvalê girîng bi Rojavayê Kurdistanê da
Pêşî Maksîm Îsa got ku Festîvala Huner û Çanda Kurdî li Berlînê salane tê lidarxistin û îsal ji bo wan qonaxeke dîrokî ye ji ber hilweşîna Esed û li Rojavayê Kurdistanê qonaxeke nû ya siyasî dest pê kiriye loma wan di festîvalê de girîngiyeke zêde daye Rojavayê Kurdistanê û gotarek jî li ser rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê tê pêşkêşkirin.
Bi gotina Maksîm Îsa bi giştî festîval li ser çand, siyasî û hunera Kurdî ye.
Maksîm Îsa her wiha amaje kir ku komên hunerî yên Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê di festîvalê de beşdar in û du hunermendên ku xizmeta hunera Kurdî kirine jî hildibijêrin û xelat dikin.
Komxebatek hat lidarxistin
Serokê Festîvalê di heman demê de amaje kir ku di dema festîvalê de dê komxebat were lidarxistin û du fîlm jî bên nîşandan.
Her di dema axaftinên xwe de Maksîm Îsa got ku ne tenê Kurdên niştecihên Almanyayê lê beşeke mezin a diyasporaya Kurdan ji welatên din ên Ewropayê ji bo beşdarbûna festîvalê diçin Berlînê.
Ji aliyê xwe ve Rêvebera Giştî ya Komeleya Yekmalê Gunay Dariciyê jî amaje bi girîngiya hebûna festîvalên bi vî rengî da û got ku Kurd bi nasname û zimanê xwe di diasporayê de cih digire.
Gunay Dariciyê derbarê komeleya xwe ya ku beşdarî festîvalê dibe got ku li Bakurê Kurdistanê azadî li ber komeleyan nîne û ev çar sal in ew tekoşînê ji bo damezrandina komeleya xwe dikin û planên wan ên mezin ji bo dahatûyê hene û tenê ji bo Kurdan kar nakin lê amaje kir ku pêşveçûna zimanê Kurdî li Almanyayê ji bo bihêzbûna pêgeha diyasporaya Kurdan gelekî girîng e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse