Rojên Çanda Kurdî yên Munîhê dest pê dike: Ji operayê bigire heta dengbêjiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Civaka Kurdan a Munîhê cara sêyem e Rojên Çanda Kurdî li dar dixe.

Rojên Çanda Kurdî yên Munîhê dê di navbera 14 û 16ê Çiriya Paşîn de 3 rojan çand û hunera Kurdî bi çalakiyên curbicur pêşkêş bike.

Civaka Kurdan a Munîhê ya ku girêdayî Komeleya Civaka Kurdan a Almanyayê (Kurdische Gemeinde Deutschland) ye ragihand ku ew 3 sal in Rojên Çanda Kurdî yên Munîhê li dar dixin.

Îsal dê di Rojên Çanda Kurdî yên Munîhê de konser, semînar, xwendina pirtûkan, komxebat (workshop), pêşangehên hunerî, mizîk, dîlan û xwarinên Kurdî bên pêşkêşkirin.

Bernameya çalakiyan wiha ye:

Roja 1em: În, 14.11.2025

Konser: Sopranoya navdar Pervîn Chakar dê bi piyanîst Boram Ahn re konserekê bide.

Ev konser di heman demê de vekirina Rojên Çanda Kurdî yên Munîhê 2025an e.

Pervîn Chakar dê stranên bi Kurdî, Almanî, Îtalî û Fransî bibêje.

Dem: 20:00 (Derî 19:00an vedibin)

Cih: Max-Joseph-Saal - Residenz Munchen, Residenzstraße 1, 80333 Munchen

Roja 2yem: Şemî, 15.11.2025

Gotar (Semînar): Îbrahîm Şahîn dê li ser "Dîrok û Kevneşopiya Dengbêjiyê" gotarekê pêşkêş bike.

Zimanê gotarê Kurdî ye û dê wergera Almanî jî hebe.

Xwendin: Dê ji pirtûka Herz ohne Kammer/Dilê Bê Jûr a Hesen Mella û ji dîwana helbestan a Guljan Mawloodê beş werin xwendin.

Zimanê xwendinê Kurdî û Almanî ye û Dilzar Abedî dê bi piyanoyê beşdar bibe.

Dem: 12:30 - 17:00 (Derî 12:00an vedibin)

Cih: Seidlvilla Kulturzentrum, Nikolaipl. 1B, 80802 Munchen

Roja 3yem: Yekşem, 16.11.2025

Kargeh û Pêşangehên Hunerî:

Lihevanîn (Häkeln): Ji 11:00 heta 13:00an ji aliyê Newa Handgemacht ve.

Wêne (Malerei): Ji 14:30 heta 17:00an ji aliyê Zuheir Darwish ve.

Xwarin, Muzîk û Dansa Kurdî: Piştî kargehan dê xwarinên Kurdî, muzîk û govend hebe.

Dem: 11:00 - 21:00

Cih: Bellevue di Monaco, Mullerstraße 2-6, 80469 Munchen

Rojên Çanda Kurdî yên Munîhê ji aliyê Kamo Issa û Mîrw Salih ve tê lidarxistin û dîzayna grafîkê ji aliyê Hesen Mella ve hatiye çêkirin.