Festîvala Dihokê dest pê dike: Ji 37 welatan 110 fîlm
Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji çalakiyên herî girîng ên çand û hunerê yên Herêma Kurdistanê, Festîvala 12emîn a Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê sibe dest pê dike.
Festîval îsal bi mijara "Hişkesalî"yê deriyên xwe vedike û welatê mêvan jî Spanya ye.
Di festîvalê de ji 37 welatan 110 fîlm dê bi hezkiriyên sînemayê re bên cem hev.
"Peyameke cîhanî: Hişkesalî"
Festîval dê sibe dest pê bike û hefteyekê berdewam bike.
Serokê Festîvalê Emîr Elî bû mêvanê bultena Rûdawê û armanca festîvalê nirxand.
Emîr Elî got, "Peyama me ya îsal hişkesalî ye. Ev peyameke cîhanî ye, ji ber ku hişkesalî êdî ji bo mirovahiyê gefeke mezin e."
Emîr Elî diyar kir ku ew dixwazin bi hêza sînemayê xelk û rayedaran derbarê parastina jîngeh û çavkaniyên avê de hişyar bikin.
Vekirin bi fîlmekî Rojhilatî ye
Vekirina festîvalê dê bi fîlma "My Uncle Jens" (Apê Min Jens) a derhênerê ji Rojhilatê Kurdistanê Brwa Vahabpour bê kirin.
Fîlm behsa mamosteyekî bi navê Akam dike ku li Osloyê dijî û jiyana wî bi hatina apê wî yê ji Rojhilat diguhere.
Di merasîma vekirinê de hunermend Vedat Yildirim jî dê bi zimanên Kurdî, Tirkî, Ermenî û Erebî performansekê pêşkêş bike.
45 fîlmên Kurdî
Îsal ji 37 welatan 110 fîlm hatin qebûlkirin. Ji van 45 fîlmên Sînemaya Kurdî ne û 65 jî ji sînemaya cîhanê ne.
Serokên juriyan wiha ne:
- Juriya Sînemaya Kurdî: Çêkera Fransî Jamila Wenske
- Juriya Sînemaya Cîhanê: Derhênera Tirk Dîlek Takimci
- Juriya Kurtefîlman: Derhênerê Alman Christoph Gampl
- Juriya Belgefîlman: Rêveberê Enstîtuya Goetheyê ya Îraqê Thomas Lier
Mêvanên pispor tên
Emîr Elî li ser mêvanan jî got, "Mêvanên me piranî pisporên sînemayê ne.
Li şûna stranbêjên superstar, stêrkên sînemayê û akademîsyen dê li nava me bin."
Di çarçoveya festîvalê de projeya "Nuhat" jî dê piştgiriyê bide sînemakarên ciwan.
Çalakiyên festîvalê dê heta 16ê Kanûna Pêşîn berdewam bikin.